Rawest : Li herêmê kesên ku deng didin AKP’ê ji 4’an 1’ê wan jê dûr ketine 2021-02-04 12:30:49 NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî rapirsîneke ku Lêkolîna Rawestê, li herêmê kiriye, ji 100 kesên ku deng didin AKP’ê 25’ê wan ji AKP’ê dûr ketine û HDP ji sedî 43’yê dengan û AKP jî ji sedî 23’ê dengan digire.    Lêkolîna Rawestê, ji bo hînkirina tevgera siyasî ya li bajarên herêmê bi navê “Lêkolîna Meyla Siyasî ya Herêmî-Çile2021” li bajarên herêmê yên mîna Amed, Mêrdîn, Wan û Rihayê bi hezar û 497 kesî re xebateke rapirsînê kir û encamên wê parve kir. Li gorî encamên xebatê ji 3’yan 2’yê beşdaran tayînkirina qeyûman şaş dîtine û tenê ji sedî 15’yê beşdaran tayînkirina qeyûman rast dîtiye. Li gorî rapirsînê, nîvê hilbijêrin AKP’ê jî li dijî tayînkirina qeyûman e.   HDP PARTIYA YEKEMÎN E   Di rapirsînê de pirsa ku vê yekşemê hilbijartin pêk werin hûn ê dengê xwe bidin kîjan partiyê? Ji beşdaran hatiye pirsin. Ji sedî 43’yê beşdaran gotine ku dengê xwe bidin HDP’ê. Ji sedî 23’yê beşdaran gotine ku bidine AKP û ji sedî 5’ê beşdaran jî gotine ku dengê xwe bidin CHP’ê. Ji sedî 5’ê beşdaran jî gotine ku dê dengê xwe bidin DEVA û Gelecekê.    CHP’Ê DENGÊ XWE ZÊDE KIRIYE   Li gorî rapirsînê, hilbijêrin ku denge xwe didin AKP’ê ji 4’an 1’ê wan ji AKP’ê dûr ketine, lê hê jî bê biryar in û xwedî helwesta boykotê ne. Dîsa li gorî rapirsînê, HDP û AKP li herêmê dengê xwe kêm kirine, berovajiyê vê CHP’ê jî dengê xwe zêde kiriye. Ji 100 kesên ku deng didin AKP’ê 25’ê wan ji AKP’ê dûr ketine. Tê dîtin ku kesên ji AKP’ê dûr ketine ber bi DEVA û Gelecekê ve diçin.    BERÊ WAN LI HDP’Ê YE   Lim gorî rapirsînê, ji nîvê zêdetir kesên ku hê nû dengê xwe bi kar bînin dê dengê xwe bidin HDP’ê.