162 pêşniyazpirsên HDP’ê ji bo Demîrtaş dabû hatin redkirin 2021-02-04 13:20:53 ENQERE - Serokatiya Meclîsê 162 pêşniyazpirsên HDP’ê têkildarî biryara DMME’yê ya derbarê Demîrtaş de daye du wezîran û cîgirê Serokkomar, li wan vegerand.    Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş de pêşniyazpirsên daye Serokatiya Meclîsê li wan hatin vegerandin. Serokatiya Meclîsê pirsa “Komara Tirkiyeyê gelo ne neçare biryara DMME’yê li ber çavan bigire” li dijî rêziknameya navxweyî dît.    Ji ber ku biryara DMME’yê ya derbarê Demîrtaş de nehat sepandin, parlamenterên HDP’ê hemû bi daxwaza ku Cîgirê Serokkomar Fuat Oktay, Wezîrê Dadê Abdulhamî Gul û Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû bibersivînin 162 pêşniyazpirs dan. Ji her sê kesên navborî ev pirs hatiye pirsîn: “Komara Tirkiyeyê gelo ne neçare biryara DMME’yê li ber çavan bigire?”   Van wezîran û cîgirê Serokkomar piştî 14 rojan pêniyazpirsan bi awayek komî li parlamenterên HDP’ê zivirand û van pêşniyazpirsan li dijî rêziknameya navxweyî nedîtiye.