Xwendekarên Îzmîrê: Em serî natewînin 2021-02-04 14:12:14   ÎZMÎR - Kesên di çalakiya şermezarkirinê ya bi armanca piştevaniyê ya xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê de hatibûn binçavkirin, diyar kirin ku wê qadan terk nekin û gotin: “Me serî netewand û em natewînin.”   Hêzên Ked û Demokrasiyê duh li Îzmîrê, ji bo piştevaniyê ya xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê çalaki li dar xistibû. Polîsan êrişî çalakiyê kiribû û 51 kes binçav kiribûn. 51 kesên hatibûn binçavkirin duh şev hatibûn berdan.    Endamê Partîzanê Hasan Benlî yê polîsan lêdabû û hatibû binçavkirin diyar kir ku polîsan bê serûber gaza îsotê avêtin û wiha axivî: “Ji ber ku min dirûşmeya ‘Em tu car li erdê nanêrin’ berz kir polîsekî bi taybetî kulman li serê min da.” Benlî da zanîn ku polîsan xeber jê re gotine, heqaret lê kirine û wiha got: “Polîsekî qirika min şidand. Pişt re hin polîsên din jî li serê min xistin û ez xistim erdê. Destên min paşve kelemçe kirin û îşkenceyê berdewam kir. Ez li dijî qeyûmê ku her qada jiyana me teng dikin û polîtîkayên zextan tevlî çalakiyeke mafdar bûm. Lê bi îşkenceyê hatim binçavkirin. Ez bang dikim ku em xwedî li van çalakiyan derkevin. Me serî netewand. Em li jêr nanêrin.”   BANGA TÊKOŞÎNA BI HEV RE   Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Omer Gungor jî diyar kir ku polîsan li wî daye û got: “Min ji çavê xwe û rûyê xwe derb xwar. Em paşve gavê naavêjin. Em herkesê vedixwînin ku li dijî van êrîşan têbikoşin. Me weke ciwanên HDP’ê li jêr nenêrîye û em nanêrin jî.”   ‘EM DEST JI DAXWAZÊN XWE BERNADIN’   Endama Pîrebokên Kampûsê û xwendekara Zanîngeha Egeya Îzmîrê Arzû Sert jî destnîşan kir ku bi bi lêdanê hatiye binçavkirin û wiha got: “Polîsan min li erdê dirêj kirin, pê li pişta min kirin, porê min kişandin û li min dan. Zanîngeh yên me ne û dê yên me jî bimînin. Li gel tundiya polîsan jî em dest ji daxwazên xwe bernadin.”