Ji rêxistinên civakî bang: Daxwazên girtiyan bi cih bînin 2021-02-04 14:46:34   AMED – Rêxistinên mafên mirovan ên li Amedê bal kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê û bang li Wezareta Dadê kirin ku daxwazên girtiyan bi cih bîne.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê, Nûnertiya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) ya Amedê, Baroya Amedê, Odeya Bijîşkan a Amedê (DTO) û Komeleya Înîsiyatîfa Maf têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dane destpêkirin li avahiya ÎHD’ê civîna çapemeniyê li dar xistin.    Li ser navê saziyan Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn daxuyanî da û bi bîr xist ku li girtîgehan 70 roj in greva birçîbûnê berdewam dikin.    Zeytûn anî ziman ku girtiyan li girtîgehên Tirkiyê ji bo bidawîkirina tecrîda li Zindana Îmraliyê û binpêkirinên mafan dest bi çalakiyê kirine û got: “Heta li girtîgehan kêşe bi awayek wekhev, adîl û li gorî mafê bingehîn û azadiyan neyê çareserkirin dê kêşe mayînde bibin û ne mimkin e çareserî pêk were.”    ‘EM BI FIKAR IN’    Zeytûn destnîşan kir ku li zindanan îşkence, tecrîd û binpêkirinên mafan ên din zêde bûne û heke daxwazên girtiyan neyên çareserkirin dê xetereya li ser jiyana girtiyan zêde bibe û ew ji bo vê yekê jî bi fikar in. Zeytûn anî ziman ku divê demildest dawî li tecrîd û binpêkirinên mafan were û got: “Em bang li Wezareta Dadê dikin ku tavilê daxwazên girtiyan bipejirîne û bicih bîne.”