'Windabûna derziyan bi me re gumanê çêdike' 2021-02-04 14:58:39   MÊRSÎN - Serokê Odeya Tabîban a Mêrsînê Mehmet Antmen diyar kir ku windabûna derziyan bi wan re gumaneke cidî çêdike û ji bo ku ev mijar were zelalkirin bang li Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajêr kir ku pêywira xwe bi cih bîne.   Odeya Tabîban a Mêrsînê, derbarê guhertina vîrûsa koronayê (Kovîd-19) de li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û pankarta “Li dijî vîrûsa koroanayê panîkê neke bergiriyan bigire” hat daliqandin. Rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Mêrsînê, Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) a Şaxa Mêrsînê Sînan Zekî Dogan, Serokê Şaxa Genel-Îş’a girêdayî DÎSK’ê Kemal Goksoy beşdarî civînê bûn.   POLÎTÎKAYÊN ŞAŞ   Di daxuyaniyê de Serokê Odeya Tabîban a Mêrsînê Mehmet Antmen axivî û diyar kir ku ji destpêka pêvajoyê heta niha li polîtîkayên tenduristiyê yên xelet hinekên nû lê zêdekirine.   DERZÎ HATINE WINDAKIRIN    Antmen, da zanîn ku rêjeyên derzîkirin û bexşandîbûnê ne gihiştiye asta têrker û wiha axivî: “Wezareta Tenduristiyê ku heta neha nikare pêvajoya pandemiyê bi rêve bibe derket holê ku nikare derzîkirinê jî bi awayekî bi bawer û bi edalet bi rêve bibe. Windabûna derziyan bi her kesê re gumanê dide çêkirin. Ji bo ku ev mijar were zelalkirin em bang li Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajêr dikin ku pêywira xwe bi cih bîne. Em ê şopdarê vê mijarê bin.”