Li Licê operasyona eskerî 2021-02-04 15:04:18 AMED - Li herêma bakurê Licê, di saetên serê sibê de operasyona eskerî dest pê kir   Hat ragihandin ku li gundên Mizak, Bayirli û goma Mehmedal ên dikevin herêma bakur û bakurê rojhilatê navçeya Licê ya Amedê, di saetên serê sibê de, operasyona eskerî dest pê kir. Li gorî çavkaniyên herêmî, li çolterên gundan, ewil liv û tevgera helîkopteran dest pê kir û dûre helîkopteran yekîneyên taybet danîn herê. Hat destnîşan kirin ku kelîkopterên esker danîn herêmê, her tim dewriye avêtin.    Hat diyar kirin ku operasyona eskerî ya li herêmê dest pê kir dewam dike.