HDP: Desthilatdariyê ji karesata aşûtê ders dernexist 2021-02-04 16:00:50   WAN - Rêxistina HDP’ê ya Wanê, diyar kir ku berpirsiyarên karesata aşûtê ya par li ser rêya navçeya Serayê ligel ku hatin dîtin jî, nehatin darizandin û xwest, îdîayên derbarê nelirêtaya di avakirina tunelê de, bê lêkolînkirin.      Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê, bi boneya yekemîn salvegera karesata aşûtê ya li ser rêya navçeya Serayê ya Wanê rû da û 42 kesan tê de jiyana xwe ji dest dan, li avahiya partiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek rêveber û endamên partiyê beşdarî daxuyaniyê bûn.    BERPIRSIYAR NEHATIN DARIZANDIN   Ji rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Wanê Omer Işik, di daxuyaniyê de axivî û got: “Aşûta duyemîn a di 5’ê Sibata 2020’an de rû da, ji ber bê bergirî û xemsariyê rû da. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin, lê bi tu awayî ev lêpirsîn bi encam nebû û kes nehat darizandin. Desthilatdariyê ji karesata aşûtê ders dernexist. Em dixwazin îdîayên derbarê nelirêtaya di avakirina tunelê de, bên lêkolînkirin. Tê gotin ku tunel ne li cihekê rast tê avakirin û di tunel tê avakirin de jî nelirêtî heye. Divê rastiya vê karesatê derbikevê û berpirsiyar bên darizandin.”   Işik, herî dawî kesên di karesata aşûtê de jiyana xwe ji dest da bûn bibîr anîn û sersaxî ji malbatên wan re xest.