Hêzên Têkoşîna Yekbûyî di dorpêça hezaran polîsan de ava bû 2021-02-04 21:18:35   STENBOL - Hêzên Têkoşîna Yekbûyî li gel êrîşa polîsan û dorpêça hezaran polîsan dîsa li Kadikoyê daxuyanî da û avakirina xwe îlan kir.    Hêzên Têkoşîna Yekbûyî, xwest li Rihtima Kadikoyê avabûna xwe îlan bike. Lê bi hezaran polîsan girse dorpêç kir û destûr neda ku li vir daxuyaniyê bide çapemeniyê. Endam û rêveberên Hêzên Têkoşîna Yekbûyî beriya ku daxuyaniyê bidin û avabûna xwe îlan bikin, polîsan êrîşî daxuyaniyê kir. Bi hezaran polîsan hemû rêyên diçin Rihtimê girtin û qada ku wê daxuyanî jî were dayîn, hate girtin. Bi sedan kes li pêşiya avahiya HDP’ê ya Kadikoyê civîyan û ber bi Rihtimê ve meşiyan. Girse bi sloganên "Bijî têkoşîna me ya yekgirtî" û "Em ji zextan natirsin" meşiya. Polîsan pêşiya girseyê girt û meş asteng kir. Ligel ku polîsan meş qedexe kir jî endamên partiyê meşiyan. Polîsan êrîşî parlementera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît kir û xwest parlamentera HDP'ê Nûran Îmîr binçav bike.  Polîsan di meşê de gelek kes binçav kirin. Piştî êrîşa polîsan endamê Hêzên Têkoşîna Yekbûyî li Federasyona Meclîsa Sosyalist daxuyanî da û avakirina xwe îlan kir.    Bi Kurdî Parlamentera HDP’ê Nuran Îmîr, bi Tirkî jî Dilşat Canbaz Kaya daxuyanî xwed. Beriya daxuyaniyê parlamenterê HDP'ê Musa Pîroglu, anî ziman ku polîs û îqtîdar bi vê mudaxaleyê êdî bêçare bûye û wiha got: "Tenê Hêzên Têkşîna Yekbûyî dikare dewletê ji vê zorbatiyê rizgar bike. Dewletê tevî van êrîşan û binçavkirinê nekarîbû me asteng bike. Tenê erk û peyvirek me heye. Ew jî divê em bi yekîtiya civakê têkoşînê bêtir mezin bikin û belav bikin. Êdî ev îqtîdar têk diçe.    TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ BELAV BÛ   Hevseroka  Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz jî anî ziman ku zexta bi salan li ser gelê Kurd tê meşandin îro li ser hemû gelê Tirkiyeyê belav bûye. Em bandora vê yekê li Tirkiyeyê dibînin. Heta ku tecrîd bi dawî nebe, zext bi dawî nabin. Îro tecrîda li Îmraliyê li hemû derê belav bûye. Em ê li dijî vê yekê mil bidin hev û têbikoşin."    Piştre Parlamentera HDP’ê Dilşat Canbaz Kaya, daxuyaniya Hêzên Têkoşîna Yekbûyî xwend. Kaya, bang li hemû hêzên çep, sosyalist, şoreşger, demokratik û welatparêz kir û xwest bi herve têkoşînê mezin bikin. Kaya, anî ziman ku bi vê ilanê aşkere dikin ku dê hemû hêz mil bidin hev "û bi hevre tekoşînê mezin bikin.      Endam û rêveberên Hêzên Têkoşîna Yekbûyî herî dawî pankarta “Em li dijî faşîzmê bibin yek, xwe bi rêxistin bikin, em têkoşînê mezin bikin" vekirin û çalakî bi dawî kirin.     Di bin baneyê Hêzên Têkoşîn Yekbûyî de DBP, Partiya Şoreşger, ESP, Platforma Yekîtiya Tekoşînê (MBP), Alinterî, Federasyona Meclîsa Sosyalist (SMF) û Partizan cih digirin.