Polîsan 65 kes binçav kirin 2021-02-05 08:07:22 STENBOL - Polîsan di êrîşa meşa Hêzên Têkoşîna Yekbûyî ya li Kadikoyê de Nûçegîhana Ajansa me ya Mezopotamya Rojîn Altay jî di navde herî kêm 65 kes binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.  Hêzên Têkoşîna Yekbûyî, xwest li Rihtima Kadikoyê avabûna xwe îlan bike. Lê bi hezaran polîsan girse dorpêç kir û destûr neda ku li vir daxuyaniyê bide çapemeniyê. Endam û rêveberên Hêzên Têkoşîna Yekbûyî beriya ku daxuyaniyê bidin û avabûna xwe îlan bikin, polîsan êrîşî daxuyaniyê kir. Bi hezaran polîsan hemû rêyên diçin Rihtimê girtin û qada ku wê daxuyanî jî were dayîn, girtin. Bi sedan kes li pêşiya avahiya HDP’ê ya Kadikoyê civîyan û ber bi Rihtimê ve meşiyan. Girse bi sloganên "Bijî têkoşîna me ya yekgirtî" û "Em ji zextan natirsin" meşiya. Polîsan pêşiya girseyê girt û êrîşî meşê kir. Polîsan di êrîşa meşê de Nûçegîhana Ajansa me ya Mezopotamya (MA) Rojin Altay û Nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gelecek Taylan Oztaş jî di navde herî kêm 65 kes binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.    KESÊN HATIN BINÇAVKIRIN   Nûçegîhana Ajansa me ya Mezopotamya Rojin Altay, Nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gelecek Taylan Oztaş, Serokê Giştî yê ESP'ê Şahin Tumuklu, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elif Torun Oneren, Cîgira Serokên Giştî ya Partiya Şoreşger Burcugul Çubuk, Endamên ESP'ê Ummuhan Ozdemir, Selfinaz Goçmez, Bedran Çogaltay, Serokê BEKSAV'ê Ahmet Uçar, Ezgi Yergin, Ekinsu Aktaş, Suleyman Çakmak, Sena Şat, Rojhat Demirdoken, Kerim Satiş, Hidir Devrim, Ali Ekber Derman, Eren Kaya, Cevdet Konak, Havin Ozcan, Hidir Devrim, Abdulkadir Satiş, Besra Îşsever, Eylem Saruca, Zîlan Korkmaz, Aysel Ozbeylî, xwînerên YDG'ê Volkan Atmaca, Metin Ozken, Xwînerê Partizan Rahime Karvar, Emrah Tuncer, Ali Ekber Erarslan ê SMF'î.   Polîsan dema Cevdet Konak binçav kirin ji ser xwe çû û rakirin nexweşxaneyê.