Malbat bi hêviya ku dê bê berdan çû, lê hîn bû ku înfaza wî hatiye şewitandin 2021-02-05 09:07:11 ÊLIH - Ozcan Sonmez ku di Girtîgeha Qubînê ya Tîpa T'yê de, cezayê wî qediyaye lê belê bi hinceta rêziknameya ketiye meriyetê nayê berdan. Malbata wî bi hêviya ku dê berdan çû girtîgehê lê belê mirazê wê di çavê wê de ma.  Ji ber Rêziknameya Derbarê Navendên Çavdêrî û Senifandinê û Nirxandina Hikumxwaran De înfaza gelek girtiyan tê şewitandin. Îdareyên girtîgehan jî ji bo şewitandina înfazan cezayên dîsîplînê nîşan didin. Yek ji van girtiyan jî Ozcan Sonmez e. Bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh ceza li Sonmez hatibû birîn. Piştî cezayê wî qediya diviyabû bihata berdan, lê belê înfaza wî hatiye şewitandin.    Sonmez, di Girtîgeha Qubînê ya Êlihê ya Tîpa T'yê de ye û bi hinceta ku li ber "jimariya şipyakî" rabûye û ji ber vê cezayê hucreyê lê hatiye birîn, înfaza wî hatiye şewitandin. Diviyabû di 31'ê Çileyê de bihata berdan, lê belê ji ber înfaza wî hatiey şewitandin nehatiye berdan.    Malbata Sonmez ji bo kurê xwe ji girtîgehêw ergire ji Mûşê hatiye navçeya Qubînê ya Êlihê. Lê piştî ku îdareya girtîgehê Sonmez bernedaye, malbat serî li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê daye û li wir sedema neberdana Sonmez hîn bûye. Dozgeriyê ji malbatê re gotiye: "Cezayê kurê we qediyaye. Niha di pergalê de qeydeke li ser navê wî tune ye. Lê biryara navbirî ya rêvebiriya girtîgehê ye. Ji bo hûn kurên xwe bibînin ez ê randevûyekê çêbikim. Herin hîn bibin, bê ji bo çi ye."    ‘MIRAZÊ ME DI ÇAVÊ ME DE MA'    Piştî vê bav Tahsîn Sonmez, çûye cem kurê xwe. Sonmez, anî ziman ku kurê wî gotiye: "Ji ber ku em li ber jimariya şipyakî rabûne, cezayê dîsîplînê li min û hevalên min hatiye birîn. Ev yek kirine hincet û min bernadin. Nediyar e bê yê heta kengî dewam bike. Dibe ku mehekê, dibe ku 3 meh an jî 6 mehan bidome."    Bav Sonmez, diyar kir ku ew û hevjîna xwe bi hêviya ku dê kurê wan bê berdan ji Mûşê hatine Qubînê û got: "Mixabin mirazê me di çavê me de ma. Bi vê qanûnê girtiyan û malbatên wan ceza dikin."   Bav Sonmez, xwest demildest biryara navbirî bê betalkirin.    MA / Fethî Balaman