Di qawîşa karantînayê de ne balîf ne jî rûnivîn heye 2021-02-05 09:07:14 HATAY - Kadîr Sert ku li Girtîgeha Îskenderûn a Tîpa T'yê bi şewba Covîd-19'ê ketiye, diyar kir ku li qawîşa karantînayê ne balîf, ne renze û ne jî rûnivîn heye.  Kadîr Sert ku li navçeya Dortyol a Hatayê ji ber parvekirinên xwe yên medyaya sosyla hatibû girtin, piştî îtiraza parêzeran 14 roj şûn de hatibû berdan. Sert, di 19'ê Çileyê de di avtina ser malê de hatiye binçavkirin û di heman rojê de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê hatiye girtin. Dadgehê wêneyê xwişka wî Salîh Sert a PKK'yî ya jiyana xwe ji dest daye û parvekirinên wî yên medyaya civakiyî kirine hincet û sal û 3 meh ceza lê biriye.    Sert ku li Girtîgeha Îskenderûn a Tîpa T'yê bi şewba Covîd-19'ê ketiye, behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehê kir. Sert, bilêv kir ku piştî hatiye girtin bi 4 rojan testa wî ya Covîd-19'ê pozîtîf derketiye.    NE RENZA NE JÎ BALÎF    Sert, diyar kir ku li têketina girtîgehê lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin, heqaret lê hatiye kirin. Sert, anî ziman ku roja wî birine girtîgehê rasterast wî xistine qawîşa karantînayê û di qawîşê de ew û yekî ji Sûriyeyê bi hev re bûne. Sert got: "Li girtîgehê pê hesiyam ku bi şewba Covîd-19'ê ketime. Dû re kesê sûriyeyî ji cem min birin. Di odeyê de sîngerek û betaniyek hebû. Ne reneze, ne balîf, ne jî rûnivîn hebû. Gava min balîf û rûnivîn xwest, gardiyanan ji min re got, 'Li girtîgeha me rûnivîn û balîf tune ne.' 14 rojan tenê betaniyek û sîngerek hebû."    TAHDEYA DERÛNΠ   Sert, bilêv kir ku dermanên ji bo şewba Covîd-19'ê qebûl nekirine û vîtamîn û pêdiviyên wî jî nedanê. Sert, anî ziman ku li qawîşê bi tahdeyeke derûnî re rû bi rû maye ûg ot: "Li girtîgehê tenê bi şev kalorîfer pêdixistin. Şîva êvarî nîvroj didan. Taştê nedidan."    MA / Hamdûllah Kesen