Dayika Aştiyê Altan: Em jî tên tecrîdkirin 2021-02-05 09:07:16 AMED -  Emîne Altan ku kurê wê Veysî Altan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, got: "Em hemû tên tecrîdkirin, em jî di girtîgehê de ne. Bila daxwazên zarokên me qebûl bikin." Li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 71'emîn de ye. Her diçe fikarên malabtên girtiyan zêde dibin. Emîne Altan a 75 salî ku kurê wê Veysî Altan di greva birçîbûnê de ye got: "EM hemû tên tecrîdkirin. Em dixwazin ev tecrîd bi dawî bibe."    BINPÊKIRINÊN MAFAN    Dayika Aştiyê Altan, bibîr xist ku kurê wê yê cezayê muebetê lê hatiye birîn berê jî gava di Girtîgeha Tarsûsê de bûye tevli greva birçîbûnê bûye û niha jî di Girtîgeha Mereşê ya Tîpa T'yê de di greva birçîbûnê de ye. Altan, anî ziman ku ji ber pandemiyê ji zû de ye kurê xwe nedîtiye û got: "Hevdîtina bi telefonê jî car carinan tê astengkirin. Nexweş im, lê bi vî halê xwe jî bi salan diçim girtîgehê. Li girtîgehan gelek maf tên binpêkirin. Ji havînê de min hin eşya şandine, lê va bû zivistan hê jî nedane kurê min. Heya ku pêlava di nigên wan de neqeta yeke din qebûl nakin. Betaniye, gore tiştekî nadin wan. Hem wan îşkence dikin hem jî me malbatan. Zarokên me ji warê wan sirgûn dikin. Naxwazin em wan bibînin. Her cara çûme girtîgehê, her derê min sehî dikin. Destê xwe li her derê min digerînin. Gotinên nexweş dikin. Piştî pandemiyê hin pîvanên din jî danîne. Di şewbê de jî guh nadin paqijiyê. Her tiştî ji bêrîka xwe dikirin."    'EM JÎ TÊN TECRÎDKIRIN'    Altan, diyar kir ku çalakgerên greva birçîbûnê ji bo azadiya civakê di grevê de ne û got: "Gava em geek nan dixwin, di qirka me de dimîne, hêsir ji çavên me tên. Zarokên me qesda canê kesî nekirine. Tecawizî kesî nekirine. Ji ber ku kurd in hatine girtin. Ê ku tecawizî jiyana me kirine ew in. Ji dêvla ev qas girtîgeh, li van deran fabrîke çêbikirina... Ji wan tirê dê kurdan bi birçîbûnê terbiye bikin. Bila daxwazên zarokên me qebûl bikin. Tenê ne girtîgeh, kurd hemû tên tecrîdkirin. Tenê ne ew, em jî tên tecrîdkirin. Em jî eynî wekî di girtîgehê de bin."    EDALET Û WIJDAN TUNE YE    Altan ku got "Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin, destnîşan kir ku heke bivê dê li ber girtîgehan dest bi greva brçîbûnê bikin. Altan got: "Lê li cem wan edalet û wijdan nemaye. Ji dayikên 60-70 salî re dibêjin xwe dirêj bikin. Em dixwazin tecrîd rabe û aştî çêbibe. Em ne dijminê tirkan e. Meseleya me bi dewletê re ye. Dewlet kedxwariyê dike. Îro li me, sibê dê li wan vegere. Siya darê tim ne eynî ye. Heger dewlet destê xwe dirêjî kurdan bike, dê gelek tiştên baş çêbibin."    BANGAWAZΠ   Altan di dawiyê de got: "Bang li tevahiya dayikan dikim, bila netirsin. Heke bivê em ê biçin ber Wezareta Dadê jî."