Koma Whatsappê û stranên kurdî sûc hesibandin! 2021-02-05 09:07:22 WAN - Di îdianameya 4 kesên ku di operasyona li dijî endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê de hatibûn binçavkirin de, stranên kurdî û daxilbûna wan a nav koma Whatshappê sûc hat hesibandin. Her wiha dozgeriyê xwestiye kesên ku diyar kiriye sûcekî wan tune ye û bên cezakirin. Di 27'ê Cotmeha 2020'an de li hemberî endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê operasyonek hatibû lidarxistin. Di çarçovea operasyonê de 20 kes hatibûn binçavkirin. Derbarê 4 kesên temenê wan di biniya 18 salan de îdianame hat amadekirin. Îdianameya derbarê B.B., D.K., Ş.K. yê negirtî A.T.'yê girtî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye amadekirin. Dadgeha Cezayê Giran a 7'an a Wanê jî îdianame qebûl kiriye.    KONGREYÊN MECLÎSÊN CIWANAN    Di îdianameyê de hatiye derpêşkirin ku têkiliya kongreyên Meclîsên Ciwanan ên HDP'ê ên di Adara 2016'an de li Enqereyê û di Cotmeha 2018'an de li Amedê hatine lidarxistin, bi rêxistinê re heye. Her wiha di îdianameyê de kongreya Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ku di 11'ê Hezîrana 2019'an de li Enqereyê hatibû lidarxistin, jî sûc hatiye hesibandin û hatiye îdiakirin ku bi telîmata rêxistinê hatiye lidarxistin.    GUHDARÎKIRINA TELEFONÊ    Di îdianameyê de ji bo guhdarîkirina telefonên 4 kesan hatiye diyarkirin ku di axaftinan de tiştekî ku bibe sedema "sûcdariyê" tune ye. Lê belê di îdianameyê de derbarê A.T. de ji bo hin nîşeyan û daxilbûna wî ya nav koma Whatsappê ya bi navê "Ciwanên HDP'ê yên Wanê" sûc hatine hesibandin. Her wiha hin parvekirina lînkên hin nûçeyan jî sûc hatiye hesibandin. Materyalên derbarê plansazî û raporên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê û parvekirinên derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî sûc hatine hesibandin.    SÛC TUNE, LÊ XWEST BÊ CEZAKIRIN    Di îdianameyê de derbarê B.B. de, hatiye diyarkirin ku di taqîtabata teknîkî ya telefonê de tu tiştekî sûcî nehatiye tespîtkirin. Derbarê D.K. de jî heman tişt hatiye kirin, lê belê stranên kurdî yên di telefona wî de wekî "propagandaya PKK'ê" hatine hesibandin.    Derbarê Ş.K. de jî hatiye diyarkirin ku di taqîbata teknîkî ya telefonê de tu tiştekî sûcî nehatiye tespîtkirin, lê belê stranên kurdî yên di telefona wî de wekî "propagandayê" hatine hesibandin.    XWEST BÊN CEZAKIRIN    Di beşa dawî û nirxandinê ya îdianameyê de hatiye xwestin ku her 4 kes bên cezakirin.    ÎDIAYA 'TÊKILIYEKE ORGANÎK'    Di berdewamiya îdianameyê de hatiye derpêşkirin ku her 4 kes li gor "ferman û telîmatan tevgeriyane" û di bin navê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê de li gor ferman û telîmatan tevgeriyane û bi rêxistinê re "têkiliyeke wan a organîk" heye.    Danişîna ewil a dozê dê di 15'ê Adarê de li Dadgeha Cezayê Giran a 7'an a Wanê bê lidarxistin.    MA / Mujdat Can