Xwekujê DAIŞ’ê hatiye binçavkirin û berdan! 2021-02-05 09:55:03 NAVENDA NÛÇEYAN – Derket holê ku Ahmet Arîf Dag ê endamê DAIŞ’ê yê xwekuj di lêpirsîna Komkujiya Garê ya Enqereyê de navê wî derbas dibe û piştî hatiye binçavkirin hatiye berdan.  Ahmet Arîf Dag ê ji Çewligê hêj 21 salî di sala 2018’an de bi çar hevalê xwe re tevlî DAIŞ’ê bûye. Duh bavê wî Fatîh Dag derbarê kurê xwe de ji ajansa me re axivîbû û bûbû rojev. Ev Ahmet Arîf Dag di 28’ê îlona 2017’an de gotiye “ez diçim seyranê” û carek din venegeriya ye û bavê wî bi mehan şûn ve xwe digihîne şopa wî.    DI KOMKUJIYA GARÊ DE NAVÊ WÎ DERBAS DIBE    Ahmet Arîf Dag niha 24 salî ye diyar kiriye ew bûye xwekujê DAIŞ’ê û muhtemel e êrişa xwekuj pêk bîne. Navê vî Ahmet Arîf Dag di lêpirsîna Komkujiya Gara Enqereyê ve di 10’ê Cotmeha 2015’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hat derbas dibe. Dadgeha Cezayê Giran a 4’emîn a Enqereyê têkildarî Komkujiya Enqereyê doz vekir û danişîna dozê di 7’ê mijdara 2016’an de dest pê kir. 16 bersûc firar in û 19 girtî ne û bi giştî 36 bersûc tên darizandin. Dosyeya bersûcên firar ji dosyeya bersûcên girtî hatiye veqetandin. Dadgehê ceza dabû bersûcên girtî û di cotmeha 2020’an de cezayê van bersûcan hatibû erêkirin.    BI BERSÛCÊ DOZÊ RE TÊ BINÇAVKIRIN    Ahmet Arîf Dag, Mucahît Atli, Samet Berdîbek li gel ji bersûcên doza Komkujiya Enqereyê Mehmetdîn Baraç ê nasnav “Omer Hattab” di adara 2016’an de li Çewligê tên binçavkirin û piştî îfadeyan bi biryara kontrola edlî tên berdan. Piştî tên berdan tevlî DAIŞ’ê dibin.    MA / Omer Çelîk