Li Girtîgeha Turkoglû serê girtiyan şikandin 2021-02-05 10:51:21 MEREŞ -  Sedat Karak ê li Girtîgeha Tîpa L a Turkoglû dimîne, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re kir de, diyar kir ku bi 4 hevalên xwe re rastî êrîşa gardiyenan hatine û got: “Gardiyenan di êrîşî de dest, ling û serê me şikandin.”    Girtî Sedat Karak ê li Girtîgeha Tîpa L a Turkoglû ya Mereşê dimîne, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re kir de, binpêkirinên mafan ên di girtîgehê de tên jiyîn, parve kir.   Karak, têkildarî bûyerên di girtîgehê rû didin de, ev agahî bi malbata xwe re parve kir: “30-40 gardiyan bi hevre ketin odeya me ya A-17. Gardiyenan, li min,  hevalên min Veysî Altan, Şervan Sertkaya, Orhan Dorû û Îhsan Oran xistin. Destê min, ser û lingên hevalên min şikandin. 2 hevalên min ên ser û lingê wan şikiyan rakirin nexweşxanê.”    ‘ÎŞKENCE LI ME KIRIN’   Meta Sedat Karak Uveyş Karak, diyar kir ku dengê biraziyê wê di telefonê de pir xirab dihat û wiha bertek nîşan da: “Sedat ji min re got, ‘Pir baş bû ku ez bi telefonê bi tere diaxivim. Îro îşkence li me kirin. Milê min û serê hevalên min şikandin. Dîsa hevalên me yên lingê wan şikandin hene. Bila werin li qeydên kamerayan mêze bikin û çi li me kirin bibînin.’ Dûre em li girtîgehê geriyan û me xwest em agahî bigirin. Lê rêveberiya girtîgehê tiştên ku biraziyê min ji min re gotin, înkar kirin.    Karak, herî dawî derbarê vê rewşa girtiyan de, banga hestiyariyê kir.    GIRTIYÊN DI GREVÊ DE HATIBÛN DERPKIRIN   Weke ku tê zanîn Girtîgeha Tîpa L a Turkoglû ya Mereşê her tim bi binpêkirinên mafan dikeve rojevê. Herî dawî girtî Baran Gun ê li vê girtîgehê dimîne di 14’ê Çileya 2021’an de, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re de, dest nîşan kiribû ku gardiyenan îşkence li wan kiriye.    Gun, derbarê rewşê de, ev agahî bi malbata xwe re parve kiribûn: “Em 4 girtî di greva birçîbûnê de bûn. Gardiyenên ketin qawîşa C-5’an bi awayekê fecî îşkence li me kirin. Destê min ji cih derxistin. Li ser canê hevalên min şopên lêdanê hene. Dîsa platînên di dest û lingê hevalekê de, şikandin. Piştî ku em derp kirin, gef li me xwarin.”