Rejîma Îranê 3 kolberên din jî birîndar kir 2021-02-05 12:48:08   WAN – Pasdaren rejîma Îranê gule li kolberan barand û 3 kolberên din jî birîndar kir.    Pasdarên rejîma Îranê li zozanên Nenor ên bajarê Baneyê li ser xeta sînor gule li kolberan barand. Di gulebarana pasdaran de kolberê bi navê Raûf Darine birîndar bû.    Pêr jî li herêma Hengejal a Baneyê pasdaran gule li kolberan barandibû û kolberên bi navê Ebûbekîr Nadirî û Kamûran Ahmedî birîndar bûbûn.