Ji ber mirina gumanbar a jinekê kesek hat binçavkirin 2021-02-05 16:05:19 ZONGÛLDAK - Têkildarî mirina gumanbar a Ayşe Ozgecan Ûsta zilamê bi navê B.C.A. hat binçavkirin.    Jina 28 salî Ayşe Ozgecan Ûsta ya li Taxa Încîvez a Zongûldakê dijiya, bi awayekê gumanbar ji qata 8’emîn a avahiyekê ket xwarê. Ekîbên polîs û tenduristiyê yên li ser agahî dayînê hatin cihê bûyer Ayşe Ozgecan Ûsta rakirin Nexweşxaneye Dewletê ya Ataturkê ya Zongûldakê. Ayşe li naxweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Di çarçoveya lêpirsîna derbarê mirina Ûsta hat destpêkirin de, zilamê bi navê B.C.A. yê di dema bûyerê de li malê bû, hat binçavkirin. Li bendêye ku B.C.A îro sewqî edliyê bêkirin.