Li kesên tevli meşa yekîtiyê bûbûn 41 hezar TL ceza hat birîn 2021-02-06 09:16:34   ÊLIH - Li 46 kesên ku li Êlihê tevli meşa yekîtiya neteweyî bûbûn bi hinceta ku pîvana "mesafeya fizîkî" bin pê kirine 41 hezar û 400 TL ceza li wan hatiye birîn.    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Êlihê ji bo yekîtiya neteweyî ya kurd meşek li dar xistibûn. Li 46 kesên ku tevli vê meşê bûbûn bi hinceta ku pîvana "mesafeya fizîkî" binpê kirine 41 hezar û 400 TL ceza hatiye birîn.    Polîsan cezayê ku birîne ji Desteya Hifzîsihha ya Giştî ya Bajêr re şandine û piştî desteyê jî qebûl kiriye, teblîxat 46 kesan re hatiye şandin.    MILYONEK CEZAYÊ PANDEMIYÊ   Berê jî li Êlihê li kesên ku tevli çalakiyên HDP'a bajêr bûbûn bi heman hincetê milyonek TL ceza hatibû birîn. Her wiha li 18 kesên daxilî nav çalakiyên şermezarkirina çawîş Mûsa Orhan ê ku tecawizî Îpek Erê kiribû û bûbû sedema mirina wê, jî bi giştî 16 hezar û 200 TL ceza hatibû birîn.