Li gorî rêjeya nifûsê derzîkirina herî kêm li bajarên herêmê tê kirin 2021-02-06 14:42:50   ENQERE - Hejmara derzîkirina rojane ya ku Wezareta Tenduristiyê li gorî rêjaya bajaran aşkere kir, derzîkirinên herî kêm ên Kovîd-19 li bajarên herêmê tên kirin.    Wezareta Tenduristiyê, di 4’ê Sibatê de, hejmara derzîkirina vîrûsa koronayê (Kovîd-19) a bajêr û herêman aşkere kir. Li gorî danayên Wezarata Tenduristiyê, derzîkirina herî kêm li bajarên herêmê tên kirin.     Li gorî danayên wezaretê parve kirin, rêjiya herî kêm a derzîkirinê ji sedî 1,27 li Colemêrgê tê kirin û pitşî Colemêrgê bajarên weke Agirî (1,34), Şirnex (1,46), Sêrt (1.67), RIHA (1,76), Mêrdîn (1,77), Mûş (1,77), Bîtlîs (2,11), Bîngol (2,11), Wan (2,32) û Amed (2,64) tên.   Di heman demê de, li gorî rêjiya nifûsê, derîkirinên herî zêde li van 10 bajaran tê kirin: Isparta (6,71), Amasya (6,38), Bolû (6,29), Bûrdûr (6,07), Edîrne (5,82), Eskîşehîr (5,77), Çanakkale (5,70), Artvîn (5,61), Gîresûn (5,56) û Çorûm (5,39).   Enqerê ji sedî 5,35 di rêza 11’emîn de cih girt û Îzmîrê jî ji sedî 4,62 di rêja 30’emîn de cih girt. Li Stenbolê jî ji sedî 3,63 derzîkirina hatiye kirin. Li gorî hejmara nifûsa Stenbolê derzîkirinek pir kêm li wê derê tê kirin. Stenbolê jî bi vî awayeî di rêja 55’emîn a derzikirinê de cih girt.    BI GIŞTÎ DERZÎ KIRIN   Li gorî danayên wezaretê di 6’ê Sibatê de aşker kir, li tevahiya Tirkiyeyê bi awayekê giştî 2 mîlyon, 599 hezar û 607 kes hatine derzîkirin. Dema ku li herêman bê mêzekirin, wê cardin bê dîtin ku derzîkirinên herî kêm li bajarên herêmê hatin kirin.