ÎHD'ê faîlên Ayşenûr Şîmşekê pirsî 2021-02-06 14:50:42   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, faîlên damezrînera Şaxa Sağlık-Sen’ê ya Enqereyê Ayşenûr Şîmşek ku di sala 1995’an de hat qetilkirin, pirsî.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê ku bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin” çalakiyê li dar dixe, vê hefteyê faîlên damezrînera Şaxa Sağlık-Sen’ê ya Enqereyê Ayşenûr Şîmşek ku di sala 1995’an de hat qetilkirin, pirsî. Ji ber pandemiyê çalaki bi awayekî online hat lidarxistin. Di çalakiyê de Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Ahmet Çîçek, çîroka Şîmşekê parve kir.      Çîçek, da zanîn ku Şîmşek di salên 1990’î de di nav xebatên rêxistinkirinê yên kedkarên tenduristiyê de cih girtî ye û wiha axivî: “Dema Ayşenûr xebat bi rê ve dibirin du caran hat binçavkirin û îşkenceyek giran lê hat kirin. Kesên ku gelek caran bi telefonê li malbata wê geriyan û bi gotinên ‘heke van karan bernede wê dawiya wê nebaş be.' gef li malbata wê xwarin. Derbarê Ayşenûrê de biryara girtinê hat derxistin û malbata wê herî dawî di 24’ê çileya 1995’an de wê dît. Li ser vê yekê malbatê serî li miduriyeta polîsan, dozgeriyê û Wezareta Karê Navxweyî da lê bersiva ‘keça we nehatiye binçavkirin’ girtin. Malbata ku hemû hewldanên wan ên qanûnî bê encam man, di 21’ê adara 1995’an de bi daxuyaniyeke çapemeniyê kampanyaya lêgerînê dan destpêkirin. Dema ku kampanya berdewam dikir di Rojnameya Milliyetê ya bi dîroka 11’ê nîsana 1995’an de nûçeyeke ku cenazeyê jinekê li Kirikkaleyê hat dîtin, hat weşandin. Li ser vê nûçeyê malbatê serî li Dozgeriya Kirikkaleyê da. Malbatê cenazeyê keça xwe di 12’ê nîsana 1995’an de li Goristana Bêkesan a Kirikkaleyê dît.”   ‘LÊPIRSÎNEKE BÊ BANDOR NEHAT MEŞANDIN’   Çîçek, destnîşan kir ku li gorî rapora otopsiyê di laşê Şîmşek şopên îşkenceyê hatine dîtin. Çîçek, diyar kir ku cenazeyê Şîmşekê di 29’ê Çileya 1995’an de li ser riya Kirikkaleyê hatiye dîtin û ev tişt got: “Di dosyaya Ayşenûr Şîmşekê de 26 sal in lêpirsîneke bi bandor nehatiye meşandin. Kesên ku Ayşenûr bi îşkenceyê qetilkirin û windakirin bi zirxê bêcezatiyê hatin parastin. Çend sal derbas bibin bila bibin em ê ji bo hemû windahiyên xwe dev ji xwestina edaletê bernedin.”