ROJEVA 7'Ê SIBATA 2021'AN 2021-02-07 09:00:28   * Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan li dijî tecrîda Ocalan dane destpêkirin, destnîşan kir ku ev çalakî rexnekirina nebesiya hêzên demokratîk e û wiha got: "Ev rexneya nebesiya derve ye. Girtî bi vê çalakiyê bawer dikin ku dê Ocalan di aliyê fîzîkê de azad bikin."    * Hempîşeyên nûçegîhanê me yê girtî Dîndar Karataş ku wê roja sêşemê danişîna wî bê dîtin, banga piştgiriyê kirin û gotin: “Rojnamegerî tê darizandin. Li dijî neheqiyê tişta ku bê kirin piştevaniya bi hevalên me yên girtî re ye.”   * Mîraç Îşleyen ê xwediyê kafeya ku ji ber bergiriyên pandemiyê sê mehin girtî ye, diyar kir  ku pereyê ji bo daweta xwe komkiriyê mecbûr maye ku bide kirê.   * Jinên Dersîmî yên li dijî polîtîkayên bişaftin, tundî û tunekirinê li çand, bawerî û ziman xwedî derdikevin, di meha Xizir de bi xebatên hunerî pêşengiyê dikin. Jinan diyar kirin ku îsal duayên wan ji bo aştî û mirovahiyê ye.    * Parêzerê OHD’ê Yûsûf Çakas, diyar kir ku daxwazên çalakgerên li dijî tecrîdê li girtîgehan ketin greva birçîbûnê hiqûqî ne û got: “Divê ev daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Lazime ku Wezareta Dadê di mijara tecrîdê de zelal be.”   * Heverokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Mûrat Atabay, anî ziman ku ji dêvla dersa bijarte ya kurdî, divê perwerdehiya bi zimanê zikmakî dest pê bike û di vî warî de peywir dikeve ser milê malbatan, rêxistinên civaka sivîl û ser milê her kesî.    * Berdevka Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê Zuleyha Gulum, bibîr xist ku bi operasyonan qeyûm tayinî 48 şaredariyan hatiye kirin û bi dehhezaran partiyî hatine binçavkirin û got: "Êrîşên li ser HDP'ê, nîşaneya bêçaretiya AKP'ê ye."    * "Jina ku ji bo zanistê miriye" Marie Curie, tekane jin e ku xwediyê du Xelatên Nobelê ye. Curie, elementên polonyûm û radyûmê keşf kirine û ji pîşesaziyê heya bi teknolojiya fezayê, ji tibê heya bi endustriyê di gelek qadan de mifha wê li mirovahiyê bûye.    * Hejmara ewil a Rojnameya Zarokan Solfasol gihaşt ber destê xwendevanên xwe.    * Di danişîna ewil a derbarê rêveberiya qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de, hatiye diyarkrin ku şaredarî radestî tarîqatê hatiye kirin. Her wiha hatiye diyarkirin ku gava qeyûm Yaman ji peywirê hatiye girtin ji dêvla 4 milyon û 972 hezar û 832 TL, 1 TL di qaseyê de hiştiye û çûye.    * Di ser komkujiya jêrzemînên Cizîrê re 5 sal derbas bûn, lê hîn jî cenazeyê gelek kesan nehatiye dîtin. Yek ji van kesan jî Hacer Arslan e. Dayika wê Hiznê Arslan, anî ziman ku di destê zarokên wan de çek tune bûn, lê belê bi awayekî hovane hatin kuştin û got: "Heta ez sax bim, ez ê li cenazeyê Hacera xwe bigerim."