Egîtîm Sen: Ne dersa bijarte, perwerdehiya bi zimanê zikmakî 2021-02-07 09:01:50 WAN - Heverokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Mûrat Atabay, anî ziman ku ji dêvla dersa bijarte ya kurdî, divê perwerdehiya bi zimanê zikmakî dest pê bike û di vî warî de peywir dikeve ser milê malbatan, rêxistinên civaka sivîl û ser milê her kesî.    Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Mûrat Atabay, bal kişand ser girîngiya perwerdehiya bi zimanê zikamkî û gavên ku divê di vî warî de bên avêtin.    DERSA BIJARTE Û MAMOSTEYÊN NAYÊN TAYINKIRIN    Atabay, anî ziman ku li Tirkiyeyê di serî de kurd bi milyonan zarok ji mafê perwerdehiya zimanê zikmakî hatine mehrûmkirin. Atabay, diyar kir ku gava ji bo dersa bijarte jî hatiye avaêtin pergala wê nehatiye çêkirin û got: "Hem ji bo tayinkirina mamosteyan hem jî ji bo xwendekara ji bo vê dersê nehilbijêrin liv û tevgerek heye. Derbarê perwerdehiya bi zimanê zikmakî gelek serlêdan tên kirin, lê ji ber mamoste kêm min ders nayê dayîn. Heta ku zarok dest bi perwerdehiyê dikin zimanê xwe yê zikmakî hîn dibin. Her tiştî bi zimanê xwe difikirin. Lê gava dest bi perwerdehiyê dikin zimanê wan diguhere. Ev jî di warê adaptekirinê de dibe sedem pirsgirêkan. Ji ber vê li gor xwendekarên din paşdemayî dimînin."    ÇARESERÎ PERWERDEHIYA ZIMANÊ ZIKMAKÎ YE    Atabay, anî ziman ku ji ber vê prisgirêkê ciwanên herêmê li gor ciwanên bajarên din qelstir dibin û xwendekarên kurd jî ji ber ku bi tirkî nizanin "şerm" dikin û nikarin xwe îfade bikin. Atabay, diyar kir ku ên xwendinê hîn dibin, vê carê tiştên di pirtûkan de nivîsandî baş fêm nakin û got: "Nexasim jî piştî pola 3-4'an di warê xwendin û nivîsandinê de qels in. Gelek zarokên ku bi tirkî nizanin jî dev ji dibistanê berdidin. Lewma dersa bijare tenê qîm nake, divê perwerdehiya bi zimanê zikmakî hebe."    DI 6 SALAN DE 27 MEZÛN Û TAYÎNEK   Atabay, anî ziman ku li seranserê welêt tenê li çend zanîngehan beşa kurdî hatiye vkirin û ên vê beşê kuta dikin jî betal dimînin. Atabay, diyar kir ku di navbera 2015-2016'an de 27 mamoste mezûn bûne, lê belê heya sala 2020'î tenê kesek hatiye tayinkirin.    BERPIRSIYARΠ   Atabay, da zanîn ku di sala 2014'an de 30 hezar û di sala 2015'an de jî 80 hezar kesî ji bo dersên kurdî serlêdan kirine, lê dîsa jî mamsote nayên tayinkirin. Atabay got: "Ji bo ev kêmasî bê helkirin peywr tenê ne ya sendîkayan û malbatan e. Bar dikeve ser milê hemû rêxistinên civaka sivîl û her kesî."