Doza Qeyûmê Mêrdînê: Gava Yaman çûye tenê 1 TL di qaseyê de hiştiye 2021-02-07 09:03:39   MÊRDÎN – Di danişîna ewil a derbarê rêveberiya qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de, hatiye diyarkrin ku şaredarî radestî tarîqatê hatiye kirin. Her wiha hatiye diyarkirin ku gava qeyûm Yaman ji peywirê hatiye girtin ji dêvla 4 milyon û 972 hezar û 832 TL, 1 TL di qaseyê de hiştiye û çûye.    Walî Mûstafa Yaman, di sala 2016'an de wekî qeyûm tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû kirin. Di dema wî de gelek nelirêtî û sixtekarî hatibûn kirin û bertîl hatibûn stendin. Ji ber vê 5 jê girtî derbarê 14 kesan de doz hatibû kirin. Danişîna ewil a dozê di 3-4 Sibatê de hat lidarxistin û ji kesên girtî 3 jê hatin berdan û xwarziyê qeyûm Yûnûs Emre Akça û polîs Ercan Ûysaler ku di dema Yaman de midûrê Şîketa Kentê ya Şaredariyê bû, nehatin berdan.  Di danişînê de hin bersûcên burokrat bi gotinên wekî "heger me karekî nelirê kiribe jî, me ji bo dewletê kiriye" xwe parastine. Ji bo pereyên ji qaseya şaredariyê hatine derxistin jî gotine ji bo "operasyonên derî sînor hatine şandin." Her wiha di dema darizandinê de navê Serokê Herêmê yê MÎT'ê Okan Başaran û navê hin Xebatkarên Qadê yên MÎT'ê jî hatine bilêvkirin.    NELIRÊTÎ Û TERÎQAT    Xwarziyê qeyûm Yûnûs Emre Akça, di parêziya xwe derpêş kiriye ku hedef hatine nîşandan û gotiye: "Mesela daîrenî ku îmze danîne binî îhaleyên mezin hene; Serokatiya Daîreya Karên Fenê, Serokatiya Daîreya Rêbejahiyê îhaleyên mezin kirine. Di Şîrketa Kentê û MARSÛ'yê de du bûyerên biçûk dîtine. Kesên di daîreya xwe de îhaleyeke 500 milyonî kirine hene, rabûne navê min dane."   Her wiha Akça, di berdewamiya parêziya xwe de bal kişandiye ser rêvebiriyê jî û gotiye: "Ji ber ku bi ser kê de çûne li paş wan terîqat, siyaset, weqf hwd. derketine, rabûne giş xistine stiyê cengawerekî wekî min ku ji Anatolyayê hatiye."    ‘MÛSTAFA YAMAN JÎ SÛCDAR E'    Kesên tên darizandin bi gotinên wekî "Tiliya serokên daîreyan û walî jî di nav de hene. Lê rabûne em kirine serikê gunehkaran" hem nelirêtî û sixtekariyên xwe qebûl kirine hem jî destnîşan kirine ku divê qeyûmê wê demê Mûstafa Yaman jî bê darizandin.    TÊKILIYA BI MÎT'Ê RE    Di dosyeya dozê de navê Serokê Herêmê yê MÎT'ê Okan Başaran jî derbas dibe. Bersûc Songul Kiliç û Midûrê Giştî yê Şîrketa Kentê yê berê Mehmet Bûlût, di îfadeyên xwe de tim navê Başaran bilêv kirine. Mehmet Bûlût, aniye ziman ku bi rêya Songul Kiliçê Serokê Herêmê yê MÎT'ê Okan Başaran nas kiriye û bi "ricaya" Okan Başaran pere dane Kiliçê.   FATÛREYÊN SIXTE    Di îdianmeyê de hûrguliyeke din jî balê dikişîne. Hatiye destnîşankirin ku çendî ku Şîrketa Kentê ji bo karê peyzaj, sererastkirina derdorê, çêkirina bufeyê hwd. ên qet nehatine çêkirin bi fatûreyên sixte 471 hezar û 897 TL pere daye Şîrketa Sedîr-Çamê. Piştî mufetîş hatine şaredariyê û lêkolîn kirine, derketiye holê ku karê hatiye diyarkirin hatiye çêkirin nehatiye çêkirin û fatûreyên sixte bi vî awayî aşkere bûne.    LI XWE MIKUR HATIN JI BO FATÛREYÊN SIXTE    Mehmet Bûlût ku sûd ji qanûna poşmaniyê girtibû, nelirêtiya hatiye kirin qebûl kiriye û diyar kiriye ku karê navbirî yê li jor hatine diyarkirin ku hatine çêkirin nehatine kirin û fatûre jî li gor deynên berê yên şîrketê hatine amadekirin.    Di îdianameyê de ji bo stendina sotemeniyê jî hatiye destnîşankirin ku fatûreyên sixte hatine amadekirin û bi vî awayî 206 hezar û 250.31 TL pere dane Şîrketa Mervan Petrolê. Her wiha bi heman awayî ji bo sotemeniya nehatiye stendin 100 hezar TL pere dane Şîrketa K. Petrolê jî û hatiye diyarkirin ku milyon û 331 TL pere dane Şîrketa METAC Yol Înşeatê, lê belê fîrmayê sotemenî teslîm nekiriye û fiyetê hatiye diyarkirin jî pir zêdeyî yê piyaseyê ye.    TENÊ 1 TL DI QASEYÊ DE HIŞTIYE    Di îdianameyê tişta balkêş jî ev e ku hatiye diyarkirin gava Mûstafa Yaman ji peywirê hatiye girtin, li gor hesabên mifetîşan diviyabû di qaseyê de 4 milyon û 972 hezar û 832.86 TL di qaseyê de hebûna, lê belê tenê 1 TL hebûye. Ji xeynî vê hatiye diyarkirin ku Şîrketa Kentê ji hesabê Bankeya Vakiflarê 2 milyon û 885 hezar û 778.48 TL pere kişandiye û ev pere dane Mehmet Bûlût û Ercan Ûysaler, lê belê aqûbeta vî pereyê ku bi destan hatiye kişandin nehatiye tespîtkirin.    Ji xeynî van nelirêtiyan gelek nelirêtiyên bi vî rengî di îdianameyê de hatine aşkerekirin.   MA / Ahmet Kanbal