112 kesên din jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan 2021-02-07 20:57:40   NAVENDA NÛÇEYAN – Li Tirkiyê ji ber vîrûsa koronayê di 24 saetên dawî de 112 kesan jiyana xwe ji dest da û 6 hezar û 670 pêketiyên nû hatin tespîtkirin. Wezareta Tenduristiyê daneyên rojane yên vîrûsa koronayê (Kovîd-19) yên li Tirkiyê parve kir. Li gorî tabloya îroyîn li Tirkiyê ji ber vîrûsa koronayê 112 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 6 hezar û 670 pêketiyên nû hatin tespîtkirin. Bi vî awayî li Tirkiyê hejmara kesên ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane gihîşt 26 hezar û 797 kesan û hejmara pêketiyan jî gihîşt 2 milyon û 531 hezar û 456 kesan.