Qeyûmê Mêrdînê pere dane burokrat, endamên darazê, operasyon û AKP’iyan 2021-02-08 09:01:52 MÊRDÎN - Midurê Giştî yê Şîrketa Kent Mehmet Bûlût di beyanên xwe de têkildarî pereyên Şaredariya Mêrdînê yên di serdema qeyûm de winda bûne diyar kir ku ev pere ji bo burokratên AKP’yî, endamên darazê û operasyonên derveyî sînor hatine xerckirin.  Wezareta Karên Navxweyî cara ewil d idi 17’ê mijdara 2016’an de Waliyê Mêrdînê yê wê demê Mustafa Yaman wek qeyûm danîbû ser Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Hevşaredarê HDP’yî Ahmet Turk ji wezîfeyê girtibûn û wî xistin zîndanê. Piştî Hilbijartina Xwecihî ya 31’ê Adara 2019’an HDP dîsa şareedarî bi dest xist. Wezaretê di 19’ê tebaxa 2019’an de dîsa walî Mustafa Yaman wek qeyûm danî ser şaredariyê. Lêpirsîna derbarê serdemên Yaman ku şaredariyê birêve dibir de didomin. Danişîna ewil a doza derbarê nelirêtî, gendelî, fesad tevlî îhaleyê kiriye, zimmet û xapandin û gelek sûcên din de di 3-4’ê sibatê de li Dadgeha Mêrdînê hat lidarxistin.    Midurê Giştî yê Şîrketa Kent a Şaredariyê yê wê serdemê û Midurê DEDAŞ’a Mêrdînê Mehmet Bûlût jî di çarçoveya dosyeyê de tê darizandin. Bûlût ji “Yasaya Poşmaniyê” sûd wergirt û milyonek û 750 hezar TL “deynê gelemper” razand ji hefsê hat berdan.    NE JI BO XELKÊ JI BO OPERASYON Û DEWLETÊ HATIYE XERCKIRIN    Di beyanên Bûlût ên dozê de xerckirinên di serema qeyûm de hûrguliyên balkêş derketin holê. Beyanên Bûlût berevajî gotinên Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ku dibêje “di şaredariyên qeyûm de çavkanî ji bo xelkê tên xerckirin”, ev çavkanî ji bo nelirêtiyê, operasyonên derveyî sînor, ji saziyên eskeriyê re, buroyên AKP’yî, endamên darazê û lêçûnên xebatên hilbijartinê yên AKP’ê, gendelî û xapandinê re hatine xerckirin.    PEREYÊN ŞAREDARIYÊ JI BO AKP’Ê HATIYE XERCKIRIN    Ev Bûlût di îfadeyên xwe de destnîşan dike ku bi milyonan lîre ji qaseya şaredariyê ji bo sazî û dezgehên dewlet û AKP’ê hatiye xerckirin. Bûlût anî ziman ku bi taybetî jî pereyên şaredariyê ji bo xebatên hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê bo namzetê AKP’ê Mehmet Vejdî Kahraman jî hatiye xerckirin. Bûlût her wiha dibêje ku Serokê AKP’a Mêrdînê yê berê Mehmet Alî Dundar jî di nava van xerckirina pereyên şaredariyê de cih digire.    AKP’IYAN ÎFADE DA Û XWE PARASTIN    Li ser beyanên Bûlût dadgehê serî li îfadeyên Vejdî Kahraman û Alî Dundar da. Lê her du kesên navborî di îdianameyê de wek “îfadeyên şahid” cih girtin. Kahraman di îfadeya xwe de îdia dike ku wî bi fermana qeyûm Mustafa Yaman bi tu awayî pere wernegirtiye û Bûlût ji bo ji vî sûcî rizgar bibe îfade li ser wan daye. Alî Dundar jî heman îdiaya Karhaman dubare kir û îdia kir ku wî bi fermana Yaman pere wernegirtiye.    MA / Ahmet Kanbal