Porf. Sulikowski: Li Bogazîçiyê ne terorîzm berxwedan heye 2021-02-08 09:03:06 STENBOL - Prof. Adam Sulikowski yê ji Zanîngeha Wroclawê têkoşîna xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê ya li dijî rektor wek “berxwedanê” pênase kir. Prof. Robert Nola yê ji Zanîngeha Aucklandê jî got divê ev çalakî li cihên din jî werin kirin.  Hem li qada netewî û hem jî li qada navnetewî piştevaniya ji bo xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiya Stenbolê ya li dijî tayînkirina rektorê qeyûm Melîh Bûlû yê AKP’yî berdewam dikin. Kesên navdar û nas ên cîhanê piştevaniya xwendekarên Bogazîçiyê dikin û bang li Bûlû dikin ku îstîfa bike.    Prof. Dr. Adam Sulikowski yê ji Zanîngeha Wroclawê ya Polonsyayê û Prof. Robert Nola yê ji Zanîngeha The University of Auckland a Zelanda Nû têkildarî xwepêşandanên xwendekarên Bogazîçiyê ji ajansa me re axivîn.    HIŞYARÎ DA CIVATA AKADEMÎK    Prof. Dr. Adam Sulikowski destnîşan kir ku ew piştevaniya xwepêşandanên xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê dike û got: “Daxwaza xwendekaran mafdar e. Li welatê min Polonyayê beriya sala 1989’an di bin rêveberiya komunîst de bû. Di wê pêvajoyê de dema rayedaran rabûn û xwestin xweseriya zanîngehên Polonyayê binpê bikin, heman xwepêşandan hatibûn lidarxistin. Niha hewldana xwendekar û akademîsyenên Bogazîçiyê li Polonyayê bi piştevaniyek mezin re rûbirû ye. Hêj hikumeta Polonyayê rektoran tayînî ser zanîngehan nekiriye. Lê dixwaze serweriya xwe li ser zanîngehan nîşan bide. Ji ber vê yekê tiştên li Bogazîçiyê diqewimin di heman demê de ji bo cıvata akademîk a Polonyayê jî hişyariyek e.”   ‘NE TERORÎZM NAVÊ VÊ BERXWEDAN’   Sulikowski da zanîn ku çalakiya xwendekar û akademîsyenên Bogazîçiyê ji bo parastina nirxên jiyan û zanînê mafdar e û got: “Ev xwepêşandan ango çalakî ne ‘terorî’ ye lê ev çalakî berxwedan e. Xwepêşandar tundiyê pêk naynin. Xwendekar li dijî tundiya rayedaran li ber xwe didin û têdikoşin. Divê demokrat û parêzvanên mafê mirovan xwedî li berxwedana xwendekaran derkevin.”      NOLA: DIVÊ LI VIR JÎ HEMAN BERXWEDAN HEBE    Prof. Robert Nola yê ji Zanîngea Aucklandê jî destnîşan kir ku ew bi endeîşe li meylên otorîter ên li welatê demokratîk dinêre û got: “Mixabin niha li herêmên Polonya û Macarîstan ku ez lê dijîm, rayedaran qadên xebatan hemû yên ne di bin kontrola dewletê de ne dixwazin bikin bin kontrola xwe. Ji ber vê yekê xwepêşandanên mîna li Zanîngeha Bogazîçiyê di demek nêz de ji bo vir jî pêwîst dikin.”    ‘ŞERMA HIKUMETÊ YE’    Nola anî ziman ku li dijî civak û însanên ku daxwaza azadî û demokrsiyê dikin polîtîkayên tundiyê tên birêvebirin û got: “Helbet li dijî tundiyê mafê wan hey eli ber xwe bidin. Şerm e ku hikumet dixwaze zanîngehek wiha girîng û xwedî zanist bixe bin kontrola xwe. Piştevanê mafên akademîk ên dinyayê hemû tundiya li Bogazîçiyê şermezar dike.”    MA / Berna Kişîn