‘Polîsan xwest milên min bişkînin’ 2021-02-08 09:03:56 EDENE - Xwendekarê Zanîngehê Ûlaş Can Taylan Arguç ê di çalakiya piştevaniya xwepêşandanên Bogazîçiyê de hat binçavkirin got polîsan zextê lê kiriye û xwestine milên wî bişkînin.  Li Edeneyê di 5’ê sibatê de ji bo piştevaniya xwepêşandanên xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê yên li dijî tayînkirina qeyûm Melîh Bûlû yê AKP’yî de çalakî li dar xistibûn û polîsan mudaxile kiribû. Di mudaxileyê de Canser Dayanir, Mazlûm Gok, Haşim Çagri, Gamze Aktaş, Gulşah Şahîn, Ayşe Bezeyîş, Mehmet Halîs Saykan, Buşra Kodak û Umut Ozşîmşek hatibûn binçavkirin. Her wiha Ûlaş Can Taylan Anguç yê piştî mudaxileyê diçû malê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Binçavkirî li Miduriyeta Polîsan a Edeneyê bi hêceta li dijî polîsan derketine û muxalefeta qanûna jimara 2911’an kirine îfadeyên wan hatin girtin û bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    ‘XWESTIN MILÊN MIN BIŞKÎNIN’    Xwendekarê Zanîngeha Enqereyê Ûlaşcan Taylan Arguç ê hat berdan destnîşan kir ku ew bi awayek neheqî û bêhiqûqî hatiye binçavkirin û polîsan zext lê kirine û polîsan heqaret lê kirine û gef lê xwarin e. Arguç da zanîn ku polîsan wî li erdê dirêj kiriye û ser wî lêgerîn kirine û polîsan lê daye û tundiyê lê kirine. Arguç anî ziman ku polîsan xwestiye milên wî bişkînin. Arguç diyar kir ku ew ê qadan neterikînin û tevî zext û zordariyê jî wê li ber xwe bidin û dê teslîmî faşîzmê nebin û wê her dengê xwe bilind bikin.    MA / Hamdullah Kesen