Ji STO'yên li Amedê daxuyaniya greva birçîbûnê 2021-02-08 11:43:06 AMED - Rêxistinên civaka sivîl û pîşeyî yên Baroya Amedê, Odeya Bijîşkên Amedê, OHD, ÎHD û TÎHV jî di nav de, bi armanca balê bikişînin ser greva birçîbûnê civîna çapemeniyê li dar xistin.    Rêxistinên civaka sivîl û pîşeyê yên Baroya Amedê, Odeya Bijîşkên Amedê, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Sendekaya Kecdarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAYDER) jî di nav de, bi armanca balê bikişînin ser çalakiya gireva birçîbûnê ya ku girtiyan di 27'ê Mijdarê de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û zedebûna binpêkirinên mafan ên li girtîhan dan destpêkirin û di roja 74'emîn de dewam dike, civîna çepameniyê li dar xistin.    Hevseroka Komîsyona Girtîgehan a Baroya Amedê Gîzem Mîran bi navê beşdaran axivî û diyar kir ku greva birçîbûnê li 107 girtîgehan belav bûye.Mîran ragihand ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî pîvanên Mandela yên Neteweyên Yekbûyî ye, li dijî pêşniyarên CPT ye. Mîran ji Wezareta Edaletê xwest ku tavilê dawî li vê kiryara neqanûnî bîne û ji bo tenduristiya çalakgerên greva birçîbûnê bang li rayedaran kir ku mafê jiyanê biparêzin.   'WÊ DESTHILATDARÎ BERPIRSYAR BE'   Mîran bi bîr xist ku daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê rakirina tecrîdê ye û wiha got "Eger ev daxwaz bi cih neyê anîn wê berpirsyarî ya desthilatdariya siyasî be." Mîran bang li Wezareta Edaletê û saziyên pêwendîdar kir ku di vêmijarê de tavilê bikevin nava liv û tevgerê.