‘Ocalan bi berxwedana li zindanê komplo pûç kir' 2021-02-14 09:07:50   AMED – Hevseroka MED TUHAD-FED'ê Elîf Haran, diyar kir ku armanca komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tasfiyekirina kurdan bû, lê belê gelê kurd û Ocalan bi berxwedanê komplo pûç kirine.    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de bi destê hêzên navdewletî radestî Tirkiyeyê hatibû kirin. Lê belê Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê bi helwest û polîtîkaya xwe komploya navdewletî pûç kiriye.  Hevseroka Federasyona Komeleyên Piştevaniya Bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran Re (MED TÛHAD-FED) Elîf Haran, diyar kir ku komploya navdewletê hatiye pûçkirin, lê belê tecrîda girankirî ya li ser Ocalan hîn jî didome.  Haran, bilêv kir ku tecrîd 22 sal in didome û êdî sîrayetî tevahiya Tirkiyeyê kiriye û got: " Ev pêvajoya îzolasyonê 22 sal in didome. Bi vî awayî tê xwestin ku pêwendiya Ocalan a bi civakê re bê qutkirin."    TIRKIYE Û CÎHANÊ DÎT    Haran, destnîşan kir ku bi komployê hatiye xwestin ku kurd bên tasfiyekirin û got: "Komplogeran, qedandina gelê kurd an jî qedanina tevgera azadiyê danîn ber xwe. Lê belê hem Tirkiyeyê hem jî cîhanê roja ewil dît ku komplo pûç bûye. Piştî ku Birêz Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin gelek çalakî hatin kirin. Gelê kurd û Ocalan bi berxwedana xwe komployê pûç kirin. Tirkiyeyê jî ev rastî dîtiye."    ‘DAXWAZÊN WAN DAXWAZÊN ME NE'    Haran, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyan ku li dijî tecrîda li ser Ocalan dane destpêkirin jî. Haran, bilêv kir ku ji ber pandemiyê şert û mercên girtiyan girnatir bûne. Haran, diyar kir ku divê tu kes ji bo daxwazên girtiyan guhnedêriyê neke û got: "Em jî di nav koordînasyonên hatine avakirin de cih digirin da ku bi hikûmetê re pêwendî bên danîn. Em bi hla wê ya hiqûqî re eleqedar dibin. Her wiha em tevî malbatan daxuyaniyan didin ji bo ku dengê girtiyan bê bihîstin. Daxwazên girtiyan di heman demê de daxwazên me ne jî û em ê li her derî dengê girtiyan ragihînin."    BANGAWAZΠ   Haran, xwest Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) a Konseya Ewropayê rojek berî rojeê serdana Îmraliyê bike û bang li gel jî kir ku di warê grevên birçîbûnê de bi hesasî tevbigere.