Piştî 2 salan teşxîskirina polîsên îşkencekar dest pê kir 2021-02-14 09:08:30 WAN - Li Wanê polîsan 3 zarok îşkence kiribûn. Di lêpirsîna hatibû destpêkirin de, piştî du salan polîs hatin teşxîskirin. Li midûriyeta polîsan 210 wêne nîşanî mexdûr O.D. dane, lê belê O.D. nikaribûye polîsên ew îşkence irine teşxîs bike.  Di 15'ê Sibata 2019'an de li Taxa Xaçort a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, zarokên bi navê O.S. (14), Ş.Y. (16) û O.D. (17) hatibûn binçavkirin. Di dema binçavkirinê de jî hatibûn îşkencekirin. Piştî ku raya giştî bi bûyerê hesiyabû, Baroya Wanê ji bo tespîtkirina polîsên ku zarok îşkence kiribûn serî li dozgeriyê dabû û dozgeriyê jî lêpirsîn dabû destpêkirin.   Dozgeriyê di 21'ê Gulana 2020'an de nivîs ji Midûriyeta Polîsan a Rêya Armûşê re şandiye û jê navê polîsên ku roja bûyerê peywirdar bûne, xwestiye. Midûriyeta Polîsan a Navçeyê jî di 18'ê Hezîrana 2020'an de nivîs ji dozgeriyê re şandiye û gotiye, Şaxa Têkoşîna Li Djî Terorê (TEM) bi bûyerê re eleqedar dibe.    PIŞTÎ 2 SALAN XWEST ÊN ÎŞKENCE KIRINE BÊN TESPÎTKIRIN    Piştî du salan zarokê mexdûr O.D. tevî parêzer çûye Şaxa TEM'ê. Li vê derê wêneyê 210 polîsan rê O.D. dane. Lê belê O.D. nikaribûye polîsên ku ew îşkence kirine teşxîs bike.    PARÊZER DÛMAN: BÊHIQÛQÎTΠ   Parêzerê O.D. Nacî Dûman, anî ziman ku piştî du salan dest bi teşxîskirinê hatiye kirin. Dûman, diyar kir ku ev bêhiqûqîtî ye ûg ot: "diviyabû polîsên ku wê çaxê li Taxa Xaçortê peywirdar û polîsên ku li Şaxa Asayîşê yên bi binçavkirinê re eleqedar dibin bihatana teşxîskirin. Lê rabûne 210 wêne rê muwekîlê min dane. Du sala derbas bûne, nû teşxîs tê kirin. Ev dijî hiqûqê ye."    Parêzer Dûman, anî ziman ku ji ber vî awayî dibe ku di lêpirsînê de biryara nepeniyê bê dayîn.    ÇI BÛBÛ?    Li Taxa Xaçort a Wanê, 3 zarok di 15'ê Sibata 1999'an de hatibûn binçavkirin û li Şaxa Asayîşê hatibûn îşkencekirin. Piştî ku Baroya Wanê bûyer bi raya giştî re parve kiribû, giliyê polîsan hatibû kirin.    Her wiha tê xwestin ku zarokên hatine îşkencekirin jî bi sûcên "peydakirina madeyên talûke", "astengkirina peywira polîsan", "heqaret", "endamtiya rêxistinê", "propagandaya rêxistinê" û "astengkirina ewlehiya çûnhatinê" bên cezakirin û 26 sal ceza li wan bê birîn.    Danişîna ewil a zarokan dê di 25'ê Sibatê de li Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Wanê bê lidarxistin.    MA / Mujdat Can