Turkdogan: Ji bo makeqanûna Demokratîk divê tecrîd rabe 2021-02-14 10:42:43 ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, destnîşan kir ku şertê ewil ê makeqanûna demokratik aştiya navxweyî u rakirina tecrîdê ye û got: “Ji bo vê jî divê tecrîd û îzolasyona Ocalan rabe û ji nuve fikrên Ocalan bên guhdarkirin û hiqaşkirin."  Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan didome. Di ser radestkirina Ocalan a Tirkiyeyêre 22 sal borîn. Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdan ket nava gelek hewldanan. Ocalan heri dawî di salên 2013- 2015’an de ji bo pêvajoya çareseriye pêş bikeve gelek têkoşiya. Lê hikûmeta AKP'e ev yek xera kir. Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan ku di nava Heyeta Mirovên Aqîl a ku bi pêşniyara Ocalan ji 62 kesan pêk dihat de cih digirt, tecrîd û encamên wê nirxandin.   JI DMME’YÊ Û AYM’Ê RE BANG   Turkdogan, ji bo ku tecrîd û izolasyona ser Îmraliyê bê rakirin hevdîtinên bi Wezareta Dadê û şandeya CPT’yê re kirin bi bîr xist û anî ziman ku li Îmraliyê qanûn nayên pêkanîn, hevdîtin bi awayekî kêfî tên astengkirin. Turkdogan, da zanîn ku ji polîtîkayên tecrîdê qasî Wezareta Dadê û desthilat berpirsyarin daraz jî berpirsyare û wiha axivî: “Heke hûn ji ber parastina Abdullah Ocalan a beriya 10 salan kirî, qedexeya hevdîtina parêzeran bînin, ji xwe mirov nikare behsa xebateke darazê bike. Divê hin kes girtiyên timik di bin tecrîd û îzolasyonê de û cezayên ji Ocalan û hevalên wî re hatine dayîn îfade bikin. An ku kesekî ku nahêlin bi kesekî re hevdîtinekê bike çi kiriye ku hûn ceza didin wî û dixwazin hevdîtinê heta hetayê taloq bikin. Hûn nikarin tiştekî wisa bikin.”   BÊ DENGÎ TECRÎDÊ DIRÊJ DIKE   Turkdogan, bang kir ku serlêdanên parêzerên Ocalan li Destûra Dadgeha Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) kirin demildest bigihînin biryarekê. Turkdogan, bêdengiya muxalefeta Tirkiyeyê rexne kir û wiha got: “Li dijî Ocalan û hevalên wî bi awayekî vekirî cihêkarî tê kirin. Heke li vî welatî girtîgeheke weke Îmraliyê hebe, mafên qanûnî yên van mirovên ku hemwelatiyên vî welatî ne neyên pêkanîn, di serî de partiya sereke ya muxaletefê partiyên siyasî bêdeng bimînin, li vîr cihêkeriyeke cidî heye. Divê ev bê bi dawî kirin. Divê teqez kî derbarê vê de çi difikire eşkere bikin. Li dijî vê yekê rêxistinên muxalefetê yên civakî jî divê fikrên xwe yên derbarê vê mijarê de ji raya giştî re parve bikin. Encax bi vî şiklî desthilatî bê îkna kirin. Ev bêdengî dibe sedemê dirêjkirina tecrîdê.”   SIYASETA ‘BERÎ HEV DANÊ’   Turkdogan, derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd de qala pozisyona hêzên navnetewî jî kir û wiha berdewam kir: “Welatên ji aliyekî dibêjin em mutefîkên Tirkiyeyê ne, îdea dikin ku aştiya li Tirkiyeyê diparêzin. Ji aliyê din jî piştevaniya polîtîkayên şer ên hişmendiya îttîhatî birêvedibe dikin. Siyaseta berîhevdanê bi rêve dibin. Ev ji gelên Tirkiyeyê re xizmetê nake. Tirkiye encax bi aştiyeke navxweyî dikare pêşbikeve. Dikare aboriya xwe mezintir bike û encax bi vî şiklî dikare demokrasî û mafê mirovan pêşbêxîne. Îngilistanê jî Fransayê jî wisa kir. Çareseriyên Îngilistanê, Almanyayê, Îspanyayê û Îtalyayê di paşerojê de ji bo xwe kirin çima pêşniyarî Tirkiyeyê nakin divê mirov bi dengekî bilind bipirse.”   VÎNA ÇARESERIYÊ    Turkdogan, destnîşan kir ku fikr û pêşniyarên Ocalan ên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd girîng in û wiha axivî: "Piştî nêzîkatiya ji bo çareseriyê vala derxistin, şer dest pê kir. Di pêvajoya çareseriyê de wekî mirovên aqîl çûm herêma Derya Spî.  Wê demê îqtîdarê vîna ku pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê çareser bike danî holê. Ji me alîkarî xwest. Tevî hemû rîskan me 62 kesan li hemû bajar û navçeyên Tirkiyeyê civîn li dar xist. Di nava 2 mehan de gelê Tirkiyeyê ji sedî 70’ê destnîşan kir ku pêdivî bi aştiyek navxweyî heye û piştgirî dan vê hewldanê. Di raporê me de jî ev yek heye. Îqtîdara  Tirkiyeyê eger tenê li gorî raporên Heyeta Mirovên Aqil tev geriya bûya, deqez dê carek din li Tirkiyeyê şer pêk nehatiya. Mirovan digot bila aştî pêk bê û xwîn raweste. Kesên nijadperest fikrên xwe gotin û destnîşan kirin ku hewce be bila Ocalan bê berdan. Ev hemû di raporan de hene û bi îqtîdarê re hat parvekirin."    ‘FERASETA ÎTTÎHATKAR NEHATIYE GUHERTIN'     Turkdogan, da zanîn ku dema li encama pêvajoyê dinerin dibînin ku feraseta îqtîdarê ya heyî feraseta îttihatkar e û ev feraset nehatiye guhertin. Turkdogan, anî zinan ku divê êdî Tirkiye xwe ji vê feraseta sedsala 20’an rizgar bike û wiha got: "Ev feraset hêj berdewam e. Em ji MHP'ê bipirsin. Em bêjin we PKK xelas kir û tune kir. Hûn der barê mafê nasnameyê yên Kurdan de çi difikirin? Hûn dê çi bikin? Li bajarên Kurdan hûn dê hilbijartina şaredariyan çawa pêk bînin? Vê yekê ji mere bêjin. Em dipirsin gelo we disalên 1950, 1960’an de mafê Kurdan dan, lê agahiya me çênebû? Divê her kes vê yekê bipirse, çima Tirkiye hêj li gorî feraseta sedsala 20'an xwe bi rêve dibe? Divê berî her tiştî şer bi dawî bibe."    KU HEVDÎTIN DEST PÊ BIKE DÊ DÎSA PÊVAJO DEST PÊ BIKE   Turkdogan, anî ziman ku astengiyên li pêş hevdîtina parêzer û malbatan a bi Ocalan re rabe, dê li ruxmê îqtîdarê dîsa pêvajo dest pêbike û wiha berdewam kir: "Ocalan rola xwe di salên 2013-2015'an de nîşan da. Her kesî ev yek dît. Îqtîdar hêj bi rêbazên berê nêzîkî gelê Kurd dibe. Lê Birêz Abdullah Ocalan hem bi rêya parêzeran û malbatê û hem jî bi rêya pirtûkên paraznameyên xwe nexşereya çareseriyê û paradigmaya nû ya çareseriyê aşkere kiri. Modela Civaka Ekolojik, Demokratik divê ji raya giştî re bê vegotin. Modela rêveberiya Demokratik rêgeza rêveberiyê ye. Em ji hemû welatiyên li Tirkiyeyê dipirsin: Her tiştên Tirkiyeyê dikare li Enqereyê bê rêveberin? Destûr bidin bila şaredarî bajarên xwe birêve bibin."    ŞERTÊ DESTÛRA BINGEHÎN A DEMOKRATÎK RAKIRINA TECRÎDKIRINA OCALAN E   Turkdogan, helwesta hêzên muxalif jî rexne kir û wiha got: "Partî û hêzêm muxalif her tim rexne dikin ku îqtîdar bêtir her tiştî di xwe de navendî dike. Lê her tim bi sekna xwe dibe alîkarê îqtîdarê. Binerin dibêjn 'Em naxwazin 4 xalên ewil ên Destûra Bingehîn bên guhertin.' Ji xwe hemû kemîn di van 4 xalan de veşarî ye. Xala ‘Dewleta tevahî ya bi millet û welatê xwe nayê perçekirin' feraseta îttihatkar di nava xwe de vedişêre. Ev hevok li ser nijadperestiya Tirk hatiye avakirin. Di vê mijarê de divê mirov guh bide gotin û fikrên Abdullah Ocalan. Niha berdevkên îtîfaqa Millet arguman û destûra bingehîn ya darbekar û generallan nivîsîbû esas digirin. Eger li Tirkiyeyê dê Destûra Bingehin a Demokratîk bê sazkirin, wê demê divê berî her tiştî aştiyek mayinde pêk bê. Şertê vê yekê jî divê berî her tiştî tecrîdkirina Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Divê fikrên wî bên niqaşkirin. Divê dawî li şer bê. Divê di şertên ku deng ji çekan neyê de niqaş bên kirin. Qet nebe ji divê parêzer, malbat û heyet karibin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinan bikin. Kengî tecrîd û îzolasyon zede bûye, bêtir pêvajo dijwar bûye. Ev xizmeta Tirkiyeyê nake.    Divê beri her tiştî em li ser aştiya navxweşî bi axivin. Di sala 2013’an de me ev pêk anî û em bi ser ketin. Tecrubeyên me hene. Di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de divê bi rastî pêvajoya aştiyê bê avakirin. Gel dê bersîvê bide vê yekê. Bi taybetî mafê gelê Tirkiyeyê heye ku di vê pêvajoya nû ya aştiyê de  Abdullah Ocalan çi difikire fêr bibe."    MA / Berîvan Altan