Polisan li Êlihê 7 kes binçav kirin 2021-02-14 11:03:00 ÊLIH – Hevşaredara Bajaroka Kaniya Henê Gulistan Sonuk jî di nav de 7 HDP’î li Êlihê hatin binçavkirin. Li Êlihê, polisan bi ser malên rêveber û endamên HDP’ê de girt. Di serdegirtinên malan de polisan Hevşaredara Bajaroka Kaniya Henê Gulistan Sonuk jî di nav de 7 HDP’î binçav kirin. Ji bilî Hevşaredar Sonuk kesên ku hatine binçavkirin navê wan wiha ne; Rêveberê Rêxistina HDP’ê ya Êlihê Mûrat Kiliç, Rêveberê Navçeya Navendî yê HDP’a Êlihê Tayfûn Guney, Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Mehmet Emîn Salman, Endama Meclisa Şaredariya Hezoyê Şukran Çotak, Endamê HDP’ê Sûat Oztekîn û Seyîd Alî Dogan. Hat hînbÛn polisan her heft kesan jî birine Miduriyeta Polisan a Êlihê.