Li Samsûnê zilamekî jinek kuşt 2021-02-14 11:06:47   SAMSÛN - Li navçeya Îlkadimê zilamê bi navê Ogûz B.E hevjîna xwe Mîhrîcan E. ya ku tundiya sîstematîk lê dikir, kuşt.   Li Taxa Ûlûgazî ya navçeya Îlkadimê ya Samsûnê Mîhrîcan E. ya 46 salî ji aliyê hevjînê xwe Ogûz B.E. yê 51 salî ku tundiya sistematik lê dikir ve hat kuştin. Duh şev Ogûz B.E., Mîhrîcan E. birîndar kir. Piştî ku kurê wî îxbar kir, polîs û tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê ku hatin cihê bûyerê tespît kirin ku Mîhrîcan E.’yê jiyana xwe ji dest daye.   Dûre polîsan Ogûz B.E. binçavkirin û birin miduriyeta polîsan. Tîmên tenduristiyê jî cenazeyê Mîhrîcan E.’yê ji bo otopsiye rakirin morga Tiba Edlî ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Samsûnê.