Leşker û polisên di destê HPG’ê de di Operasyona Garê de jiyana xwe ji dest dan 2021-02-14 11:36:48 NAVENDA NÛÇEYAN – 13 leşker û polisên ku ji aliyê HPG’ê ve hatibûn desteserkirin, di operasyona TSK’ê ya Garê de jiyana xwe ji dest dan.  Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar, diyar kir ku operasyona leşkeri ya di 10’ê sibatê de li hemberî Herêma Garê ya başûrê Kurdistanê hatibû destpêkirin, bi dawî bûye. Akar, têkildarî operasyonê angaşt kir ku 3 leşkerên wan jiyana xwe ji des dane 3 leşkerên wan birîndar bûne; 2 HPG’iyan sax girtine û 48 HPG’î jî kuştine û xwe gihandine cenazeye 13 leşker û polisên desteserkiriyên HPG’ê. Her wiha Akar agahî da ku cenazeyên 13 leşker û polisan ji bo otopsiyê rakirina Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê.    Di 11’ê sibatê de HPG’ê jî têkildarî operasyonê daxuyanî dabû û ragihandibû ku kampa ku leşker, polis û endamên MÎT’ê yên di destê wan de têde bûne ji aliyê balafiran ve hatiye bombebarankirin.    Malbat û leşker û polisên desteserkirî bi rêya ajansa me gumanên xwe yên derbarê operasyonê de anîbûn ziman û banga rawestandina operasyonê kiribûn.    NAVÊ 11 KESÊN DESTESERKIRÎ   Piştî dawîbûna pêvajoya çareseriyê di 4 tebaxa 2017’an de payebilindên MÎT’ê E.P. û A.G. li bajaroka Dokanê ya Silêmaniyê hatibûn desteserkirin. Her wiha di nav kesên desteserkirî de 9 leşker û polisên bi navê Sedat Sorgûn,  Ûmît Gicir, Semîh Ozbey, Adîl Kabakli, Muslum Altintaş, Mevlût Kahvecî, Sedat Yabalak, Suleyman Sûngûr û Huseyîn Sarî jî hene.