Li Amedê operasyona medya civakî: 7 binçavkirin 2021-02-14 12:36:23   AMED - Li Amedê ji ber parvekirinên medya civakî 7 kes hatin binçavkirin.   Hat diyarkirin ku li Amedê ji ber parvekirinên li ser medya civakî 7 kes hatine binçavkirin. Kesên ku duh bi ser malên wan de hatine girtin û binçavkirin wiha ne: Ahmet Alpaslan, Behcet Ekîncî, Haci Baş, Mazlûm Bûrûr, Şivan Erdal, Ahmet Celîl Onen û Bûrhan Gîzlenmîş.   Nehat zanîn ku kesên hatine binçavkirin ji ber kîjan parvekirinên medya civakî hatine binçavkirin. Hat hîn bûn ku Bûrhan Gîzlenmîş ji ber nexweşiya wî ya penceşerê piştî îfadeya wî ya miduriyeta polîsan hatiye berdan. 6 kesên ku di bin çavan de ne li Miduriyeta Polîsan a Bajêr tên ragirtin.