Polîsan li Wanê 27 kes binçav kirin 2021-02-14 14:56:22   WAN - Polîsan di serdegirtinên malan de 27 kes binçavkirin.   Polîsan di saetên serê sibê de li navend û navçeyên Wanê bi ser gelek malan de girt û 27 kes binçav kirin. Polisan piştî 27 kes binçav kirin birin Miduriyeta Polîsan a Wanê. Hin welatiyên ku polîsan ew binçavkirine û navê wan hat hin bûn wina ne: Azat Îtah, Cengîz Kiye, Ozan Kiye, Eray Kiye, Serhat Dînç, Yûsûf Oztûnç, Mûstafa Kaplan.