Ji kesên li Dîlokê hatibûn binçavkirin 11 jê hatin berdan 2021-02-14 22:00:59   DÎLOK – Li Dîlokê ji kesên ku di çarçoveya lêpirsîna li dijî rêveber û endamên komeleyên ku bi KHK’ê hatibûn girtin de hatibûn binçavkirin 11 jê hatin berdan.       Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê ve li dijî rêveber û endamên komeleyên ku bi KHK’ê hatibûn girtin hatibû destpêkirin de duh polisan li Dîlokê bi ser gelek malan de girtibû û gelek kesî binçav kiribûn. Duh piştî îfade dayîna li dozgeriyê Selahattîn Karagoz, Alî Taş, Îslîm Denîz, Mûstafa Şahîn, Îbrahîm Demîr û 4 kesên ku navê wan nehatibûn hînkirin hatibûn berdan. Îro jî parêzer Berîvan Ozpolat û Alaadîn Aslan bi şertê derneketine derveyî Dîlokê ji aliyê Dadgeriya Cezaya Silhê ve hatin berdan.   Hat hînbûn ku ji kesên hatine berdan xebatên komeleyan ên beriya girtina wan hatiye pirsin.   18 KES JÎ DI BIN ÇAVAN DE NE   Di heman lêpirsînê de 18 kes jî hê di bin çavan de ne û navê wan wiha ne: Ethem Unal, Mûstafa Denktaş, Bulent Şahîn, Halîl Îpek, Abdûlhakîm Yilmazsoy, Ramazan Demîr, Selma Avşar, Emîn Kulter, Osman Gîrgîn, Perîşan Akin, Marûf Yuce, Mûstafa Bîlen, Osman Ozkan, Osman Bîlgîç, Halîm Tekîn, Abdûrahman Aksoy, Arîf Selçûk û Mehmet Saçli.