Li Şirnexê 10 kes hatin binçavkirin 2021-02-15 10:36:05 ŞIRNEX - Li navend û navçeyên Şirnexê polîsan bi ser malan de girt û endam û rêveberên HDP'ê jî di nav de gelek kes binçav kirin.    Li navenda Şirnexê û navçeyên wê Hezex, Cizîr û Qilebanê polîsan bi ser malan de girt. Di serdegirtina malan de polîsan rêveberê HDP'ê Agît Yîgît, welatiyên bi navê Fatma Acet, Firat Akyol, Camî Bîlîk, Nîhat Kucuk, Mahsum Kuramî, Serhat Çatuk, Mustafa Dal, Omer Karavîş, Abdullah Yaman binçav kirin.    Sedemê binçavkirinan nehat zanîn û tê gotin ku hejmara kesên hatine binçavkirin zêde bibin.