Di 22’emîn salvegera komploye de ji Ocalan re azadî xwestin 2021-02-15 15:47:59 NAVENDA NUÇEYAN - Endam û rêveberên HDP'ê û nûnerên rêxistinên civakî di 22'emîn salvegera 15'ê Sibata 1999'an ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komploya navdewletî radestî Tirkiyeyê kirin de, li gelek bajaran çalakî li dar xistin û ji Ocalan re azadî xwestin.    Endam û rêveberên HDP'ê û nûnerên rêxistinên civakî di 22'emîn salvegera 15'ê Sibata 1999'an ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komploya navdewletî radestî Tirkiyeyê kirin de, çalakî li dar xistin.    WAN    Rêxistina HDP'ê ya Wanê, li dijî 15'e Sibatê roja salvegera komploya navdewletî daxuyanî dan û 15'ê Sibatê şermezar kirin. Endam û rêveberên HDP'ê li baxçeyê avahiya HDP'ê daxuyanî dan. Rêveber û wekilên HDP'ê di çalakiyê de amade bûn. Parlamentera HDP'ê Muazzez Orhan, 15'ê Sibatê şermezar kir û got: "Yekemîn mudaxaleya li dijî Rojhilata Navîn bi komploya li dijî Oclana dest pê kiriye. Bi tecrîdkirina Ocalan komplo didome. Bi zextên li ser gelê Kurd û êrîşên li dijî axa Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê ev kompo berdewam dike. "    Orhan, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan û wiha axivî: "Ev çalakî li dijî bê hiqûqî, tecrîd û bê edaletiyê ne. Banga girtiyên siyasî banga azadiyê ye. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî tecrîd, bê edaletî û bê hiqûqiyê mezin bikin."  Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.    AGIRΠ   Li Navçeya Bazîdê ya Agiriyê jî Rêxistina HDP'ê bi heman armancê daxuyanî da û 15'ê Sibatê şermezar kir. Endam û rêveberên HDP'ê li avahiya HDP'ê ya Bazîdê daxuyanî dan. Hevserokê HDP'ê yê Bazîdê Abdullah Ekelik, daxuyanî xwend û komploya li dijî  Ocalan şermezar kir û wiha got: "Tecrîd li dijî hiqûqa navdewletî ye. AKP û MHP bi hevre dixwaze komployê geş bike. Tecrîda li Îmraliyê li hemû welat belav bûye.    EDENE    Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê jî bi heman armancê li avahiya partiyê daxuyanî da. Rêveberên HDP'ê di civîna çapemeniyê de pankarta "Em komploya navdewletî ya 15'e Sibatê şermezar dikin" vekirin. Hevseroka HDP'ê ya Edeneyê Gulseren Tural axivî û wiha got: "Tecrîda di şexsê Abdullah Ocalan de xistine meriyetê, li ser hemû gelê herêmê û Tirkiyeyê belav kirine. Li dijî azadiya yekîtiya gelên Tirkiyeyê ye."    MÊRSÎN    Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê jî bi heman armancê li avahiya Partiyê daxuyanî da û 15'ê sibatê şermezar kir. Hevserokê HDP'ê yê Mêrsînê Mehmet Aliş, daxuyanî da û 15'ê Sibatê şermezar kir.