Li Rihayê jinek hat kuştin 2021-02-15 16:54:30   RIHA – Li Serêkaniyê Hatîce Togrûl ji aliyê hevjînê xwe Mehmet Togrûl ve hat kuştin.    Li taxa Ûlû Camî ya navçeya Serêkaniyê ya Rihayê Hatîce Togrûl ji aliyê hevjînê xwe Mehmet Togrûl ve bi sîlehê hat kuştin. Mehmet Togrûl bi heman sîlehê berê xwe jî da û birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê. Cenazeyê Hatîce Togrûl jî rakirin Saziya Tiba Edlî ya Rihayê.