Li Cizîrê teqîneke dijwar 2021-02-15 21:32:54   ŞIRNEX- Li Kolana Îdîlê ya Cizîrê di hundirê qereqola polîsan de teqînek mezin çêbû.   Li Kolana Îdîlê ya navçeya Cizîr a Şirnexê, di hundirê qereqola polîsan de teqîneke mezin çêbû. Piştî teqînê li bajêr dengê ambulansan hat bihîstin û gelek wesayîtên zirxî sewqî cihê bûyerê hatin kirin.    Derbarê teqînê de heya niha tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.    Hat diyarkirin ku polîs li nasnameya kesên li herêmê dinerin û gelek kes binçav kirine.