ROJEVA 16'Ê SIBATA 2021'AN 2021-02-16 09:00:03 * Suleyman Ozmen ê kurdê êzidî ku di sala 1979'an ji bêgavî ji Midyadê koç kiribû, gava xwestibû vegere gundê xwe hin kesan êrîş biribû ser wî. Ozmen, anî ziman ku ji sala 2003'yan ve hewl dide vegere gundê xwe, lê belê tim tê astengkirin.  * Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'a Stenbolê Mûhammed Unal, ji ber parvekirinên medyaya sosyal ku bi hesabekî ne aydê wî hatine kirin, hatibû girtin. Unal, pitî hat girtin bi 5 rojan hat berdan û anî ziman ku di dema binçavkirinê de hatiye îşkencekirin.    * Kerbela Bakir, birayê wî Mehmet Rûhî Bakir di greva birçîbûnê de ye, ji bo xwedîderketina li çalakiya greva birçîbûnê bang li raya giştî kir û xwest hikûmet daxwazên girtiyan qebûl bike.    *  Esnafên ku ji ber qedexeya derketina derve dawiya hefteyê kargehên xwe digirin gotin: "Gotin, em ê pereyan bidin. Ka, pere tune. Gotin, em ê piştgiriya esnafan bikin, ka ew jî tune."    * Esnaf û welatiyên Stenbolê diyar kirin ku sedema krîzê rêvebiriya welat e û gotin: "Erdogan, Tirkiyeyê perîşan kir."    * Ji dengbêjên Herêma Serhedê Meryem Tûncer û Îsmaîl Seyranoglû, destnîşan kirin ku ciwanên ji zimanê xwe yê zikmakî dûr ketine, ji dengbêjiyê jî dûr ketine û gotin: "Mixabin piraniya guhdaran fêm nakin."    * Jinên sosyalîst, destnîşan kirin ku tecrîd herî zêde bandorê li jinan dike, lewma rêya azadiyê bi rakirina tecrîdê pêkan e.    * Li Şirnexê sê bira ji temenê xwe yê biçûk de heta niha stranan dibêjin, ji ber bêderfetiyên madî nikarin amûrên muzîkê bistînin û xeyala her sê birayan ew e ku amûrên muzîkê ji xwe re bikirin.    * Danişîna doza 17 jê rojnamevan  22 kesên ku di serdegirtina Ozgur Gundemê de tên darizandin dê li Dadgeha Cezayê Asliye ya 5'emîn a Stenbolê were lidarxistin. (09.30)   * Komîsyona 21'ê Sibatê ku ji Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî pêk tê dê têkildarî banga kampanya îmzeyan a ji bo zimanê kurdî li Cemiyeta Rojnamevanan civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * DBP, KCD û HDP bi boneya balê bikişîne ser Yekîtiya Neteweyî ya Kurd bi dirûşma "Dem dema yekîtîya netewî û azadiyê ye" li navçeya Nisêbînê bo hefteyek bernameya Mêrdînê startê bide. (11.00)   * Komên HDP, CHP û MHP ên li Meclîsê dê komcivînên xwe ya heftane li dar bixin. (12.00)    * Danişîna doza derbarê Seroka Konseya Navendî ya TTB'ê Şebnem Korur Fincanci de hatiye vekirin dê li Edliya Anadolû ya Stenbolê were lidarxistin. (12.00)   * Meclîsa Jinan a HDP'a Îzmîrê li Kulturparka Îzmîrê derbarê tecrîdê de panel li dar bixe. (13.00)   * Jinên dibêjin "Em rektorên qeyûm jî û zanîngehên jinan jî naxwazin" li Parka Kûgûlû ya Enqereyê daxuyanî bidin çapemeniyê. (14.00)