Unal ê ku hat berdan: Helwesta me têkoşîn e 2021-02-16 09:03:40 STENBOL - Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'a Stenbolê Mûhammed Unal, ji ber parvekirinên medyaya sosyal ku bi hesabekî ne aydê wî hatine kirin, hatibû girtin. Unal, pitî hat girtin bi 5 rojan hat berdan û anî ziman ku di dema binçavkirinê de hatiye îşkencekirin.  Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'a Stenbolê Mûhammed Unal, ji ber parvekirinên medyaya sosyal ên hesabekî ne aydê wî, di 7'ê Sibatê de hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin. Unal, di 12'ê Sibatê de ji Girtîgeha Metrîs a Tîpa T'yê derket. Unal, tiştên ku hatine serê wî gotin.    Unal, diyar kir ku îfadeya li emniyetê qebûl nekiriye û got: "Di binçavan de ji min re gotin, 'Çima tu hatiyî Bogazîçiyê, kî te şand vira, tu çima li vir î, tu ji bo kî dixebitî. Aliyê me bike ku em jî karibin aliyê te bikin.'" Unal, diyar kir ku di binçavan de bi tahdeya fîzîkî û derûnî ya polîsan re rû bi rû maye û got: "Digotin 'rabe ser xwe, pişta xwe bide me, li dîwar mêze bike hwd.' Bi vî awayî îşkenceyeke fizîkî û derûnî hebû. Lê min wek wan nekir."    ‘ÎFADEYA MIN ESAS NEGIRTIN'    Unal, anî ziman ku piştî lêpirsîna li emniyetê sewqî edliyeyê hatiye kirin û di îfadeya li dozgeriyê de çendî ku gotiye hesabê navbirî ne aydê wî ye jî, lê belê îfadeya wî esas nehatiye girtin. Unal, destnîşan kir ku ji ber ku Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ye bi telîmatê hatiye darizandin û bi vê telîmatê jî hatiye girtin.    'HELWESTA ME Ê TÊKOŞÎN BE'    Unal, diyar kir ku li têketina girtîgehê lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin, lê belê ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekiriye tahde lê hatiye kirin. Unal, destnîşan kir ku di dema binçavkirinê û girtinê heqaret lê hatiye kirin û hatiye îşkencekirin. Unal, anî ziman ku armanca van zext û zoriyan tepisandina berxwedana wan e û got: "Dixwazin berxwedanê bitepisînin. Dixwazin ciwanan bitepsînin. Lê divê îqtidar baş zanibe ku helwesta me zelal e; ew jî têkoşîn e."