Xizmê girtî Bakir: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin 2021-02-16 09:03:42 STENBOL – Kerbela Bakir, birayê wê Mehmet Rûhî Bakir di greva birçîbûnê de ye, ji bo xwedîderketina li çalakiya greva birçîbûnê bang li raya giştî kir û xwest hikûmet daxwazên girtiyan qebûl bike.  Li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 82'yan de ye. Kerbela Bakir, birayê wî Mehmet Rûhî Bakir 2 sal in di Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê de ye, xwest daaxwazên girtiyan bên qebûlkirin.    TECRÎD GIRANTIR BÛ    Bakir, destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan li tevahiya girtîgehan belav bûye û di dema pandemiyê de hîn bêtir giran bûye. Bakir got: "Bi hinceta pandemiyê diz, tacizkar û tecaawizkar hatin berdan. Îqtidar kongre, mîtîng û civînan li dar dixe. Ji bo wan pdenmî tune ye, lê ji bo me heye."    Bakir, bal kişand ser sirgûnkirina girtiyan jî û got: "Wan ji malbatan dûr dixin. Bi vî awayî malbat zehmtiyê dikişînin. Jixwe em malbatine ku rewşa me ya aborî enbaş e. Tamûla wan ji bo hestiyên me û cenazeyên me jî tune ye. Ma ê çawa tamûla wan ji bo girtiyan hebe? Dixwazin malbatan perîşan bikin."    GREVA BIRÇÎBÛNÊ   Bakir, çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên sala 2018'an bibîr xistin û anî ziman ku naxwazin di grevên birçîbûnê yên niha de kes bimire. Bakir, destnîşan kir ku ji ber vê divê kes wekî tiştekî jirêzê nêzî çalakiyên greva birçîbûnê nebe û got: "Dibe ku sibê veguhere greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger. Wê çaxê ne îqtidar ne jî hevkarê wê dê nikaribin ji bin vî barî rabin. Lewma divê em xwedî li daxwazên girtiyan derkevin."    ‘MIN JI XWE FEDÎ KIR'    Bakir, destnîşan kir ku divê kesên li derve xwe rexen bikin û bi vî awayî nêzî grevên birçîbûnê bibin: "Tişta ku diviya me bikira, girtî dikin. Heger me peywira xwe pêk bianiya, îro wê grevên birçîbûnê tune bûna."    Bakir got: "Em tim bar didin ser milê girtiyan. Heya ku tecrîda li ser Birêz Ocalan ranebe dê grevên briçîbûnê bidomin. Em jî divê xwedî li vîn û çalakiyên girtiyan derkevin. Em ê b vî awayî karibin ji derheqê vê pêvajoyê derkevin. Min serdana girtiyên di greva birçîbûnê de kir. Wexta çûn hevdîtinê min ji xwe, ji mirovbûna xw efedî kir. Divê dewlet daxwazên wan qebûl bike. Em dixwazin tecrîda li Îmraliyê bê rakirin."