'Dewlet dibêje bila esnafên biçûk bimire, ê mezin bijîn' 2021-02-16 09:03:44 ENQERE - Esnafên ku ji ber qedexeya derketina derve dawiya hefteyê kargehên xwe digirin gotin: "Gotin, em ê pereyan bidin. Ka, pere tune. Gotin, em ê piştgiriya esnafan bikin, ka ew jî tune."  Ji ber tevdîrên derbarê şewba Covîd-19'ê de ji 20'ê Mijdara 2020'an ve gelek esnaf dawiya hefteyê nikarin kargehên xw evekin. Li gor daneyên Rojnameya Sicîlê ya Esnaf û Sinhetkarên Tirkiyeyê, di sala 2020'î de herî kêm 99 hezar û 588 esnafan derabeyên xwe danîne. Derbarê van prisgirêkan de em bi esnafên li Yenîmahalleyê re axifîn.    ‘NIKARIM BACÊ BIDIM'    Esnaf Celal Şahîn ku dikana wî ya cilan heye, anî ziman ku di warê aborî de zehmetiyê dikişînin û her diçe zirara wî zêde dibe. Şahîn, bilêv kir ku karî wî nîvî nîvî kêm bûye û got: "Piranî mirovên extiyar dihatin dikanê. Lê niha nikarin derkevin derve. Em herî zêde di dawiya hefteyê de kar dikin. Lê heger wisa dewam bike, nizanim em ê çi bikin."    Şahîn got: "Ji xeynî dikanê tu dahatek min tune ye. Lewma deyn dikim. Deynên xwe jî bi deynine din didim. Nikarim heqê kirê, baca stopajê û BAG-KÛR'ê bidim. 30 sal in ez bacê didim dewletê. Bila ew jî aliyê me bike. Bila dewlet îsal heqê vacê ji me nestîne. Ji lewra nikarim bidim."    ‘EM TALOQ DIKIN'    Huseyîn Gurbûdak jî ku dikana wî ya cawan heye, anî ziman ku beriya şewbê jî karê wan ne pir baş bû, lê belê piştî şewbê pir xirab bûye. Gurbûdak got: "Rewşa karê me qet nebaş e. Qet nebe bila îsal bacê nestînin. Em bi deyn ji nas û dostan distînin, em deynên xwe taloq dikin û bi vî awayî debara xwe dikin."    Gurbûdak, bal kişand ser marketên mezin ku dawiya hefteyê jî vekirîne û got: "Ew market, tiştên kirtasiyeyê, tiştên zicaciyeyê hemûyan difiroşin, lê kirtasiye û zicaciye giş girtî ne. Divê dawiya hefteyê ev marketên mezin girtîbin, dikanên biçûk vekirîbin."    EV ŞERMA KÊ YE?    Esnaf Kasim Aras jî got: "Jixwe karê me dawiya hefteyê dibû, lê niha em nikarin dawiya hefteyê vekin. Ji ber vê em nikarin heqê kirêya xwe jî derxin."    Aras, diyar kir ku 5 zarokên wî hene û di xaniiyê bikirê de ne û got: "Cara ewil e em ev qasî ditengijin. Lazmatiyên zaarokan çêdibin em hewl didin bikirin, lê em em pêlavê bikirin em nikarin pantor bikirin. Em pantor bikirin, em nikarin goreyê bikirin. Di taştê de penêr hebe, zeytûn tune ye. Zeytûn hebe, nan tune ye. Ma ev şerma kê ye? Şerma ên li ser serê me e. Gotin em ê pere bidin, ka pere tune. Gotin em ê aliyê esnafn bikin, ka tune. Kargehên mezin vekirîne, lê ên biçûk girtîne. Yanî dibêjin; bila esnafên biçûk bimirin, ê mezin jî bijîn."