Piştî 130 derbarê wan de dozname hat amadekirin 2021-02-16 09:56:41 WAN – Derbarê 5 rojnamegerên ku li Wanê avêtina ji helîkopoterê ya 2 gundiyan kirin nûçe û 4 ji wan girtî ne de bi angaşta “endamtiya rêxistinê” dozname hat amadekirin. Rojnamegerên ku bi gotinên “kopî bike û pêve bike” cezakirina wan tê xwestin, bi hevdîtinên xwe yên bi çavkaniyên xwe yênn nûçeyan re tên sûcdarkirin.    Di 11’ê îlona 2020’an de leşkerên ku li navçeya Şaxê ya Wanê derketibûn operasyonê welatiyên bi navê Osman Şiban û Servet Dûrgût binçav kiribûn û piştre wan ji helîkopterê avêtibûn. Ji ber vê avêtina ji helîkopterê Dûrgût piştî tedawiya 20 rojan jiyana xwe ji dest da û Şiban jî hê bi ser hişê xwe ve nehatiye. Ji ber ku vê bûyerê kiribûn nûçe derbarê nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr, nûçegîhana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnameger Nazan Sala de lêpirsîn hatibû destpêkirin û di 9’ê cotmeha 2020’an de hatibûn girtin.    DOZNAME HATIYE QEBÛLKIRIN   Piştre di çarçoveya heman lêpirsînê de nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Zeynep Dûrgût jî hatibû binçavkirin, lê piştre hatibû berdan. Lêpirsîna ku derbarê rojnamegerên navborî de hatibû destpêkirin temam bû û dozname hat amadekirin. Doznameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve hat amadekirin û pêşkêşî 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat kirin, hat qebûlkirin.    DAXWAZA CEZA   Di doznameya ku ji 14 rûpelan pêk tê de sûcdariya “endamtiya rêxistinê” li her pênç rojnamegeran tê kirin û tê xwestin bê vê sûcdariyê bên cezakirin. Her wiha tê xwestin ku rojnameger Nazan Sala bi angaşta “propagandaya rêxistinê” jî bê cezakirin. Di doznameyê de derbarê belavkarên berê yên rojnameyan Ramazan Çinar, Ferdî Sertkal, Mîkaîl Tûnçdemîr, Fehîm Çetîner û Şukran Erdem ku hatibûn binçavkirin û piştre hatibûn berdan de jî biryara neşopandinê hatiye dayîn.    DELÎLÊN SÛC   Di doznameyê de de weke delîl jî parastinên gumanan, qeydên tapeyan, girtekên nîrxandinê,  girtekên şopandina fizîkî, girtekên desteserkirin û lêgerînê,  girtekên  lêgerîna çavkaniyên aşkera, girtekên lêkolîna dokumentan, raporên lêkolînên amûrên dîjîtal, amûrên sûc ên desteserkirî, fezlekeya hêzên ewlehiyê û qeydên sîcîl û gelheyê hatine nîşandan.    SÛCDARIYÊN LI ROJNAMEGERAN    Di doznameyê de rojnameger Adnan Bîlen, bi hevdîtinên xwe yên bi çavkaniyên nûçeyan re û xebata xwe ya li Ajansa Mezopotamyayê tê sûcdarkirin, rojnameger Nazan Sala, bi parvekirinên xwe yên li ser medya civakî yên salên 2015-2016’an û hevdîtinên bi çavkaniyên nûçeyan tê sûcdarkirin, rojnameger Şehrîban Abî, potê bi rengên kesk, sor û zer, qertê ajansa lê dixebite, kovara jîneolojiyê, girtekên têkildarî operasyonên leşkeri tê sûcdarkirin, rojnameger Cemîl Ûgûr, bi pirtûka bi navê  “Bedirhan Bir Cudi Söylencesi”, Kovara Demokratîk Modernîte, hevdîtinên bi çavkaniyên nûçeyan re û hin pirtûkên kurdî tê sûcdarkirin û rojnameger Zeynep Dûrgût ku berdayî tê darizandin jî bi dîmekî ku têde ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dûrişme tên berzkirin, tê sûcdarkirin.    MA / Gokhan Altay-Mujdat Can