Doza serdegirtina Ozgur Gundem taloq bû 2021-02-16 11:38:36   STENBOL – Doza 22 kesên 17 ji wan rojnameger in ku di serdegirtina Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hatibû girtin de hatibûn binçavkirin, taloq bû.    Di sala 2026’an de polisan bi ser Rojnameya Ozgur Gundemê ku bi KHK’ê hatiye girtin de girtibûn û 22 kesên ku 17 ji wan rojnameger bûn binçav kiribûn. Piştre bi sûcdariya “heqaret li peywirdarê cemaweriyê” û “astengkirina xebatê ya peywirdarên cemaweriyê” doz li her bîst û du kesan hatibûn vekirin. 8’emîn danişîna dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayê ya Esliyeyê ya Stenbolê hat dîtin. Rojnamegerên berdayê tên darizandin tevlî danişînê nebûn, tenê parêzerên wan li danişînê amade bûn.   Piştî destpêkirina danişînê parêzeran parastina muwekîlên xwe kir û destnîşan kir ku têkildarî çêbûn sûc tu delîl û gotin tünene û daxwaza beraeta muwekîlên xwe kirin.    Piştî parastina parêzeran heyeta dadgehê danişînê taloqî 22’ê nîsanê kir.