Walitiyê Şirnexê der barê teqîna Cizîrê de daxuyanî da 2021-02-16 13:17:18   ŞIRNEX - Walitiya Şirnexê der barê teqîna duh de, li ser malpera xwe ya fermî daxuyanîyeke nivîskî weşand.     Duh seatên şevê li ser cadeya Îdîlê ya navçeya Cizîra Şirnexê, di hundirê qereqola polîsan de teqîneke mezin pêk hat. Piştî teqînê li bajêr dengê ambulansan hat bihîstin û gelek wesayîtên zirxî sewqî cihê bûyerê hatibûn kirin.    Walitiya Şirnexê der barê teqînê de di malpera xwe ya fermî de daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand têkildarî bûyerê 6 kes hatine binçavkirin.