Ji ber pere ji bavê xwe yê girtî re şandiye di bin çavan de ye 2021-02-16 14:31:04   SÊRT –  Elîf Esmer, bi hinceta ku ji bavê xwe yê 27 sal in girtî ye re pere şandiye, di çaroveya lêpirsîna ku bi angaşat “fînansekirina rêxistinê” hat destpêkirin de hat binçavkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Balikesîrê, bi angaşta fînansekirina girtiyên PKK’î derbarê 46 kesan de biryara binçavkirinê da.  Di çaroveya lêpirsînê de polisan duh di saetên serê sibehê de li Balikesîr, Edene, Agirî, ÊLih, Bilecîk, Çorûm, Amed, Eskîşehîr, Îdir, Stenbol, Kocaelî, Mêrdîn, Mersîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex, Dersim û Wanê bi ser malan de girtin û 37 kesan binçav kirin.    Yek ji van kesên ku hat binçavkirin jî Elîf Esmer (32) bû. Polisan bi ser mala Esmer a li taxa Garzan a navçeya Misirê ya Sêrtê de girt û bi hinceta ku pere ji bavê xwe Selman Esmer (51) ku 27 sal in girtî ye re şandiye binçav kirin. Hat hînbûn ku bi hinceta pere ji bavê xwe re şandiye bi angaşta “fînansekirina rêxistinê” derbarê Esmer de lêpirsîn hatiye destpêkirin.    Apê Esmer Davûr Esmer, bertek nîşanî binçavkirina biraziya xwe da û diyar kir ku girtina kekê ya wî ya 27 salan weke ku ne bes be niha jî zilm li wan û malbatan tê kirin û ev tişt got: “Ji roja ku hatiye girtin heta niha kekê min surgunî gelek girtîgehan hatiye kirin. Her sürgün îşkenceyeke. Ev rewş ne tenê ji bo kekê min ji bo malbata wî jî îşkence ye. Sûc hesibandina şandina pere ya girtîgehan rewşeke dûrî aqil e.”