Serlêdana daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin 2021-02-16 16:16:12 STENBOL – Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serlêdana parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo hevdîtinê red kir.  Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç bi boneya bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin, serê sibê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serdozgeriyê bi hêceta qedexekirina hevdîtina a 6 mehan serlêdanê red kir.    Parêzerên Ocalan, Rêzan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di navbera 2’yê Gulan û 7’ê Tebaxa 2019’an de çûbûn Îmraliyê bi muwekîlê xwe re 5 hevdîtinan kiribûn.    Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, bi hinceta ku Ocalan, “Nexşerê” amadekiriye û di sala 2009’an de ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandiye, di 23’ê îlona 2020'an de qedexeya hevdîtinê ya 6 mehan li parêzeran hatibû sepandin.